Dengekî koçeriyê; Nezîr Ciwêl

Hunermend Nezîr Ciwêl endamê Navenda Çand û Hunerê ya Dîcleyê ya Dêrikê ye. Ji herêma Koçeratê ye û sala 2022`yan birîndar bûye.

Dengekî koçeriyê; Nezîr Ciwêl
Dengekî koçeriyê; Nezîr Ciwêl
Dengekî koçeriyê; Nezîr Ciwêl
26 îlon, 2026   06:35
QAMIŞLO
KELSÛMA ELÎ

Endamê Navenda Çand û Hunerê ya Dîcleyê Nezîr Ciwêl ji gundê Kelhê yê herêma Koçeratê ya Dêrika Hemko ye. Temenê xwe yê zaroktî û ciwaniyê di hembêza xwezayê de derbas kiriye û niha 70 salî ye.

Wî şivantî kiriye, bi cil û bergên xwe yê koçerî geriyaye, bê deng nemaye û her tim ji xwe re stran gotine. Ew çanda ji herêma xwe wergirtiye hîna jiyanî dike û diparêze.

Ciwêl bavê 4 keçik û 9 lawikan e. Ciwêl stranên herêma xwe vedibêje, cil û bergên koçberî li ber in û folklorê digerîne. Şert û mercên herêmê û guhertina sîsteman bandor lê nekiriye, her xwezayîbûna xwe parastiye û hemû herêm wî dinase.

Sala 2022`yan dewleta Tirk gundê Teqil Beqil bombebaran kir, 11 sivîl şehîd bûn û gelek jî birîndar bûn. Hunermend Nezîr Ciwêl jî yek ji birîndaran bû û lingê wî qut bû.

Ciwêl xebatên xwe yên hunerî berdewam kirin, niha endamê Koma Kevneşopî ye û her tim tev li çalakiyên hunerî yên Rojava dibe.

Hunermend Nezîr Ciwêl ji ANHA`yê re axivî û got: "Min zaroktiya xwe li deşt û çiyan derbas dikir, min pez xwedî dikir û niha jî ez xebatên hunerî dikim. Dibe ku ez nizanim bixwînim û binivîsim lê min karîbû ez hunera herêmê ji neslekî derbasî neslên dîtir bikim. Gelekî girîng e ku gelê Kurd bi nasname, çand û zimanê xwe ve girêdayî be. Bi hunerê em ê ziman û çanda kurdîtiyê biparêzin."

(np)

ANHA