Prof. Teysîr Ebdulcebar El-Alûsî banga avakirina hevbendiyeke Kurd û Ereban kir

Prof. Teysîr Ebdulcebar El-Alûsî diyar kir ku rêxistinên navneteweyî bikaranîna çekên kîmyewî li dijî Kurdan paşguh dikin û lewma şirîkê vî sûcî ne û got hevbendiya stratejîk a Ereb û Kurdan rêya herî guncaw a li hemberî astengiyan e.

Prof. Teysîr Ebdulcebar El-Alûsî banga avakirina hevbendiyeke Kurd û Ereban kir
30 kanûn, 2021   11:19
NAVENDA NÛÇEYAN – EKREM BEREKAT

Sekreterê giştî yê Kombûna Erebî ya Piştgiriya Doza Kurdî Prof. Dr. Teysîr Ebdulcebar El-Alûsî da zanîn ku qanûnên navneteweyî yên qedexekirina çekan zelal in û got: "Pirsgirêk ne di qanûnên navneteweyî yan peymanên navneteweyî de ye, lê di têkiliyên navneteweyî û pêkanîna wan de ye."

Prof. Dr. Teysîr Ebdulcebar El-Alûsî destnîşan kir ku Erdogan wekî sultanekî Osmanî tev digere, çi bi dijminatiya xwe ya li dijî demokrasiyê, çi bi çewisandina maf û azadiyan, çi bi sûcên xwe yên li dijî Kurdan û dijminê herî dijwar ê Ewropayê ye.

El-Alûsî di hevpeyvîneke taybet li gel ANHA'ê de girîngiya avakirina hevbendiyeke erebî-kurdî destnîşan kir û bang li hêzên rizgariya erebî-kurdî, serokên Komkara Erebî, saziyên herêmî yên Rojhilata Navîn û piştevanên wê kir ku li gorî berpirsyartiyê bin, bi nêrîneke kûr ne bi nêrîneke tektîkî û berjewendiyên kesayetî li mijarên binerên, li bi mentiqekî stratejîk rewşê bixwîne, xetere û gefan lêkolîn bikin.

Ji destpêka sedsala 20'an de, Kurd di nava bêdengiya herêmî û navneteweyî de ji aliyê sîstemên Tirk ve  têne qetilkirin. Li beramberî vê yekê Kurd ji bo mafê xwe tê dukoşin. Hûn têkoşîna Kurdan çawa dinirxînin?

Di nav têkoşînên azadiyê yên herî girîng ên gelan, têkoşîna Kurdan bi hemû gelên xwe û beşên neteweyê bû. Li ser vê bingehê di konferansên navneteweyî û peymanên navneteweyî de soz hatin dayîn, da ku bersiva daxwazên wan de bide. Lê bi demê re soz li ser hesabê lîstoka siyaseta navneteweyî û zextan ji holê rabûn û bi peymanên din re bi encam bû.

Têkoşîna rizgariya neteweyî ya Kurdan tevgera xwe ya mirovî ya bilind bi tu helwestên herêmî û navneteweyî ve girê neda. Lê ev têkoşîna bi qehremanî ma û bi mafên diyarkiririna çarenûsa xwe û  bidestxistina tevahî maf û azadiyê ve girêdayî ma ku ji bo vegrandina van mafan bangî şoreşgeê kiriye.

Bi vê zanebûn û gişbûnê, Kurdan li Tirkiyê dikarî bi xetên qalind sernavên şoreşa xwe xêz bikin û navê xwe li ser erdê bikolin ku ne hemleyên qirkirina komî dikarî wan ji holê rabike. Kurdan heya roja me ya îro hebûn û berxwedana xwe îsbat kirin û li tevahî cîhanê deng da. Kurdan ev yek ne tenê bi fedekdariyên qehremantî yên ber bi rêya azadiyê ve ev yek nîşan da, lê belê bi rêya xelkên têkoşîna girêdana bi nasnameya xwe ya ku vedike koka dîroka mirovahiyê ev yek îsbat kir.

Tevgera rizgariya neteweyî ya Kurdî di kesayet û têkoşîna xwe ya li ser bingehê pêkanîna daxwazên stratejîk ên sîbat de , yek ji girîntgirîn tevgerên rizgariyê yên herî zelal di serdema me de bimîne.

Ji bo serxistina vê têkoşînê û tacîdarkirina wê, pêwîstî bi yekitiyê di Kongreya Neteweyî ya Kurdî de heye. Dijmin, komên têkoşîna rizgariya Kurdî dikin hedef û hewl didin xwe nêzî komekê bikin da ku ji hev parçe bikin û di necamê de hewldanên qirkirina wan hêsan bibe.

Em piştevanên doza Kurd a adil in û di wê baweriyê de ne ku ev doz, parêzvanên wê û hilgirên meşleya azadiyê wê biserkevin.

Dewleta Tirk a dagirker li Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê çekên kîmyewî yên di qada navneteweyî de qedexe li dijî Kurdan bi kar anîn û niha jî li Başûrê Kurdistanê li dijî Hêzên Parastina Gel bikar tîne, lê civak û rêxistinên eleqedar bêdeng in, li gorî we çima ev bêdengî heye?

Qanûna navneteweyî di diyarkirina van çekan de, qedexekirina wan bi tevahî bibiryar e, lê pirsgirêk ne di hiqûqa navneteweyî û peymanên wê yên naskirî de ye, lê di warê têkiliyên navneteweyî û bicihanîna şertên peymanên navneteweyî de ye. Peyman, yasa û şert û mercên kurt yên siyasî yên ku vê nêzîkatiyê sînordar dikin!

Erdogan di serdema dewletekê de ku têkçûye û rizyaye de, wekî sultanekî tevdigere û dixweze li ser hesabê azadiya netewe û gelan tevbigere. Lê em dibêin ku li hemberî vê yekê bêdengî û nenyiniyek heye. Ev aliyên bêdeng xeyal dikin ku ew ê karibin rejîma Tirk ber bi felsfeya Ewropayê bikişînin, ku dijminê herî giran ê vê felsfeyê ye. Rejîma behsa mijarê, dijminhatiya demokrasiyê dike û maf û azadiyan diçewisîne, sûcan li dijî Kurdan li ser xaka wan dik. Nasnameya nûnerên Kurdistanê paşguh dike, înkar dike û tune dike, sûcên ku dike dighêje asta sûcên qirkirinê.

Divê civaka navneteweyî û bi taybet parêzvanên aştî û ewlehiya navneteweyî, Meclisa Ewlehiyê û saziyên hiqûqî yên girêdayî wê wekî Dadgeha Cezayê, balê bikişîne ser xetereya zayîna faşîzmeke nû. Ev faşîmz di tunekirina Kurdan û tekoşîna wan, bi bikaranîna van çekên qedexekirî de sînordar namîne. Lê heya gefê li cîhanê jî dixwe. Ji ber ku her kesên ku mîna van sûcan pêk tîne wêê tecrûbeyên mirovî nikaribe wê bisekinîne, tenê helwesteke navneteweyî û navnewletî ya xurt li hemberî bikaranîna çekên qedexekirî dikare wan sûcan rawestîne. Ji ber ku wateya van sûcan, qirkirina sivîlan û tundkirina hebûna wan e. Her wiha binpêkirina qanûnên navneteweyî ne.

Koma Civakên Kurdistan çend caran daxwaza şandina komîteyeke lêkolîna rastiyan ji bo lêkolînkirina bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê Tirkiyê ve kiriye, lê heta niha saziyên pêwendîdar tevnegeriyane, gelo ev paşguhkirin wan dike hevkarê sûcên Tirkiyê?

Berpirsiyariya navneteweyî ew e ku destwerdana neyinî ya bi çarenûsa aştî û ewlehiyê rastîne.  Divê bi lez destwerdanê bike û komîteyên lêkolînê yên berpirsiyar û bilind ên Neteweyên Yekbûyî bişînin ku dikarin tiştên ku diqewimin eşkere bikin.

Di aliyê qanûnî de her bêxemiyek li hemberî van sûcan tê wateya şirîkatiya van sûcan, çi bi bandorên wê yên rasterast be, çi ji aliyê erdnîgarî ve, çi rûdan û pêkanîna wê be, çi bi wateya wê ya li hember hebûna mirovî û paşeroja aştiya ku bi qanûnê hatiye garantîkirin be.

Êdî lîstokên siyasî û hewldanên tarîkirin û derbaskirina binpêkirinan, ne mimkûn e. Nemaze ku rejîma Erdogan nêzîkê saeta sifir a navneteweyî ye ku careke din desthilatdariya xwe û felsefeya wî ya Îxwan a faşîst ragihîne, piştre ku dixwaze cîhanê bi şerên tunekirin û wêrankirina tevahî bike hedef! Gelo mirov dikare çavê xwe ji kiryarên vê rejîmê bike!? An jî pêwîstî bi biryarekê heye, bi taybet bi encamên bikaranîna çekên qedexekirî?

Dîtina rêbazên gihandina dengê têkoşîna azadiyê ya li Tirkiyê ji saziyên navneteweyî re bûye berpirsyariyeke din. Ev yek bi daxwazên betalkirina binavkirina terorîst a têkoşîna azadiyê dest pê dike û divê ji nûve were teşhîskirina kî terorîst e ku sûcên herî terorîst anku jenosîde pêk tîne.

Tirkiye ji aliyekî ve çekên kîmyewî li dijî Kurdan bikar tîne, êrişî axa wan dike û wan dagir dike û wan koçber dike, ji aliyekî ve demografiya herêmên wan diguherîne û siyasetmedarên Kurd li Tirkiyê dixe zîndanan, her wiha li dijî hevşaredarên ku di hilbijartinan de bi ser ketine, zextê dimeşîne. Ma ev ne teror tê hesibandin, teror tenê bi DAIŞ û Cebhet El-Nusra re sînordar e nabe, ya ku Tirkiye dike ne terora dewletê ye?

Helbet, di pirsa we de jî sûcên li dijî mirovaniyê, qetilkirin, binçavkirin, desteserkirina mafên siyasî, guhertina demografîk eşkere dibin. Ev sûc ji aliyê gelên herêmê ve hatin belgekirin û ji aliyê peywendîdar re hatin şandin. Ya ku tê xwesti, îsrar û şopandine heta ku aliyên têkildar guh li dengê gelê Kurd bike û bi têkoşîna wê ya li hemberî tarîtiya Erdogan û perpspektîvên wê ku (Terora dewletê" tomar dike, hevpar be. Li lew re hewlesteke qanûnî ya navneteweyî pêwîst dike ku wehşiyeta wan sûcên terora dewletê, rêveberên wê û kesên ku qabûnan binpê dike rawestîne.

Kurd ji bo mafên xwe yên rewa têdikoşin û Tirkiye jî piştgirî dide Cebhet El-Nûsra, DAIŞ û rêxistinên din ên terorîst. Divê kî bikeve lîsteya terorê, Tirkiye yan Partiya Karkerên Kurdistanê?

Ne mentiqî ye ku hin hêzan çavê xwe li kiryarên desthilatên Erdogan girtine. Ev desthilat li gorî qanûnên tawanan ên navneteweyî tê birêvebirin û li gorî qanûnên navneteweyî bi zihniyeta wî ya terorîst ve hatiye tesbîtkirin, ger ku rastî wekî ku tê kirin bê xwendin, ji vir pê ve jî pêwîst e xwendinên yasayî ya bi berdewamî û bê rawestan bêne pêşkêşkirin, ji bo ku tawan û sûcdar eşkere nebin û li ber dadgeha navneteweyî rawestin, wekî ku bi kesên din re heman tawan li dijî gelê xwe kirine. Divê aliyên navneteweyî helwesteke xurt û cidî nîşan bidin. Ev helwest divê bi pratîk û berpirsyarî bê girtin .

Niha çi ji Kurd û Ereban tê xwestin ji bo rêgirtina li êrişên Tirkiyê yên li ser herêmê?

Niha têkoşîna hevpar bi eniyeke berfireh a navneteweyî û konfedraliya gel û fermî  xwe dispêre aktîvkirinê. Ji ber ku bi tenêhiştina Kurdan li her çar herêmên Kurdistanê, zincîra nakokiyan ku gefan li her kesî dixwe.

Hiştina vê yekê ne wekî erkên pêşîn ên Kurd û ereban rê li ber hêzên herêmî, di serî de Îran û Tirkiya erdoganî vedike ku hîn zêdetir texrîbê bikin. Bûyerên li Sûriyê û Iraqê diqewim ku bi piştevaniya Tirkiyê terora DAIŞ û wekî din êrişên wehşî yên hovane pêk anîn, vê yekî îsbat dike.

Hêzên Tirkiyê bi dehan baregehên neyasayî belav dikin û serweriya Iraqê û serweriya Sûriyê binpê dikin, lê di bingeha xwe de Kurd, Kurdistan bi parçebûna xwe û Tevgera Rizgariya Kurdistanê armanc dikin!

Divê kongreyeke stratejîk bi armanca avakirina bingehên hevpeymana Kurd û Ereban bi lez bê dudilî û dereng, bê lidarxistin û cewherê wê jî konfederalîzmek be ku hêviyên gelên herêmê hilgire û bibe rêbazên parastina serweriya wan, ne tenê hedef hatiye girtin, di serî de jî ji bo tunekirina hebûnê hatiye binpêkirin.

Gelo peyam hat naskirin? Banga min ji hêzên rizgarîxwaz ên Ereb û Kurd re û ji rayedarên Komkara Erebî û saziyên herêmî yên Rojhilata Navîn ew e ku bi berpirsyarî rabin û bi kûrahî li mijarê binerin ne li gorî taktîk û berjewendiyên lezgîn û siyaseta li herêmî û navneteweyî, lê belê bi mantiqeke stratejîk ku rastiyan wekî heyî, metirsî û gefên wan bixwînin û tiştên ku hezar salan ji wateyên hevpeymaniya stratejîk a Ereb û Kurd ava kirine, piştrast dike.

Em wekî Kombûna Ereban ya piştevaniya doza Kurdî, piştgiriyê didin hevgirtin û hilgirtina çirûska vê hevpeymana stratejîk ku sernavê wê hevjiyana aştiyane ya di navbera gelan de de ye. Her wih pişgiriyê didin misogerkirina mafê diyarkirina çarenûs û parastina tevahî gelan, dabînkirina aştî û ewlehiya herêmî û navneteweyî.  Di serî de divê hêzên terorîst û yên ku piştevaniya wan, projeyên wan ên li ser bingeha têkbirina tevgera têkoşînê û têkbirina gelan, ku em rê nadin werin teşhîkirin. Ya ku destnîşan dike ku gel serketiyên aştî û azadiyê ne.

Ka ez hin nakokiyên ku berdewam in teqez bikim, ku encama lawazên gavên hêzên dijmin e. Aliyên têkildarî bûyerên çêkirî vedişêrin, hewl didin nakokiyan derxînin. Ji ber vê yekê divê em bala xwe bidin ser çi dibe ku xeletî be, heta bi qismî bin jî, ji bo ku pêşî li îstîsmarkirina wan helwestên dijwar ên armancên bi hêz, çi Erdoganê Tirk, çi mîlîşên Îranê bin her du jî îro hovîtiya xwe geş dikin, lê yekitiya Kurdan û hevpeymana wan a bi Ereban re rêya nirxandina stratejîk e.

Ez silavan li dostên xwe yên Kurd dikim. Ez her tim bi avakirinaa dostaniya bi gelê Kurd re serbilind im. Bi navê min û li ser navê Kombûna Ereban ji bo piştgiriya doza Kurdî, pişgiriya bi gelê me yê Kurd re, têkoşîna wan ji bo aştî û azadiyê û têkbirina terorîzmê û sûcên li dijî mirovahiyê dikin û çekên ku li ser asta navneteweyî hatine qedexekirin, bikar tînin, teqez dikim.

(dx)

ANHA