Artêşa Îsraîlê li depoyeke çekan a Hizbullahê xist

Artêşa Îsraîlê ragihand ku wê li depoyeke çekan a Hizbullahê xist. Di heman demê de hin herêm topbaran û bombebaran kirin.

Artêşa Îsraîlê li depoyeke çekan a Hizbullahê xist
26 îlon, 2026   21:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê ragihand ku wê li herêma Secedê ya başûrê Lubnanê depoyeke çekan a Hizbullahê kir hedef.

Artêşê îdia kir ku bi çekên di depoyê de "herêma ewle" dihat hedefkirin û da zanîn ku bi armanca jiholê rakirinê gefê depo hat hedefkirin. Lê der barê encamên hedefkirinê de tu agahî parve nekirin.

Artêşê gef xwar ku eger ji xaka Lubnanê êriş li dijî Îsraîlê were kirin dê rûbirûyî bersiveke xurt were û destnîşan kir ku ku ew li gorî peymana agirbestê tev digere.

Ajansa Nûçeyan a Lubnanê (NNA) ragihand ku balafirên Îsraîlê çiyayê Refîh ê bilindahiya herêma Tifahê bombebaran kirin û bajarokê Nebetiyê bi obîsan topbaran kir.

(bb)