25 Kobaniyên li ser sînorê Başûr û Rojhilat asê mabûn gihîştin Qamişloyê

Kurdên li herêmeke çiyayî ya di navbera sînorê îdarî yê Rojhilat û Başûrê Kurdistanê de asê mabûn gihîştin Qamişloyê, wê rêya xwe ber bi Kobanê ve temam bikin.

25 Kobaniyên li ser sînorê Başûr û Rojhilat asê mabûn gihîştin Qamişloyê
26 îlon, 2026   18:22
NAVENDA NÛÇEYAN

25 welatiyên ji Kobanê yên ku li herêma çiyayî ya di navbera sînorê îdarî yê Rojhilatê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê de asê mabûn gihîştin Qamişloyê û dê rêya xwe ji Qamişloyê ber bi Kobanê ve temam bike.

25 Kobanî dema hewl didan bi rêyên nefermî derbasî Başûrê Kurdistanê bibin,nêzî hefteyekê li herêma çiyayî ya nêzî gel gundê Hac Umran ê li nêzî deriyê di navbgera Başûrê Kurdistan û Rojhilatê Kurdistanê de asê mabûn.

Li gorî agahiyên ku wan danbûn nûçegihana ajansa me, desthilatên Îranê ew rawestandin û vegerandin herêma di navbera her du aliyan de. Piştre li herêmê di şert û mercên zehmet, nebûna avê û xwarinê de asê mabûn. Welatiyan bang li aliyên Kurdî, rêxistinên mirovî û civaka navneteweyî kir ku korîdoreke ewle ji wan re peyda bikin. Li gorî agahiyan, welatî ji Kobanê berê xwe da Îmaratê, ji wir jî ber bi Îranê ve û hewl da bi rêyên ne-fermî derbasî Başûrê Kurdistanê bibin.

(f)