Îsraîl kete girên li derdora bajarokê Beyt Cin ê Şamê

Hêzên Îsraîlê îro ketin girên li derdora bajarokê Beyt Cin ê gundewarê Şamê, li nuqteyekê ji bo şopandina herêmê bi cih bûn.

Îsraîl kete girên li derdora bajarokê Beyt Cin ê Şamê
26 îlon, 2026   17:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro, hêzên Îsraîlê ketin girên li derdora bajarokê Beyt Cin ê rojavayê Şamê li nêzî herêma avrêjan, li nuqteyekê bi cih bûn û herêm şopandin.

Ev tevger li gel ketinên Îsraîlê yên dubare li derdora Beyt Cin û mezreyên wê pêk tên.

(f)