Rûsya kontrolkirina 3 bajarokan ragihand

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku wê 3 bajarokên Ukraynayê kontrol kirin û miqdareke mûşek û dron xistine xwarê.

Rûsya kontrolkirina 3 bajarokan ragihand
26 îlon, 2026   21:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê îro bi daxuyaniyekê ragihand ku wê di 24 saetên dawîn de bajarokên Petropavlovka û Lozovaya yên herêma Xarkîvê û bajarokê Marino yê Sumyê kontrol kirin.

Wezaretê diyar kir ku wan 4 bombeyên hewayî yên rêberkirî, 2 mûşekên HIMARS û 1 hezar  û 222 dronên Ukraynayê xistine xwarê.

Wezaretê diyar kir ku hêzên Rûsyayê dorpêçkirina sê bajarokên herêma Xarkîvê didomînin û du hewldanên şikandina dorpêçê têk birine. Li gorî wezaretê, şer ji bo kontrolkirina bajarokên Xrebunî, Grachovka û Rublinue yên li herêmê berdewam dike.

(bb)