Di şerê Rûsya û Ukraynayê de bi kêmanî 11 kes hatin kuştin

Hate ragihandin ku di êrişên îro yên di navbera Rûsya û Ukraynayê de herî kêm 11 kes hatin kuştin.

Di şerê Rûsya û Ukraynayê de bi kêmanî 11 kes hatin kuştin
26 îlon, 2026   18:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Şerê di navbera Rûsya û Ukraynayê dewam dike. Li gorî rayedarên xwecih, di encama şerê îro de bi kêmanî 11 kes hatin kuştin.

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky ragihand ku li bajarê Zaporizhzhia yê başûrê rojhilatê welat 2 kes hatin kuştin. Rayedarên herêma Sumyê ya bakurê rojhilatê Ukraynayê da zanîn ku di êrişeke hewayî de 2 kes hatin kuştin û 6 kes birîndar bûn.

Hate ragihandin ku li Kîevê jî avahiyek bi dornan hat hedefkirin, di encamê de 5 kes birîndar bûn. Berî rojekê jî di êrişa li ser paytextê 7 kes hatibûn kuştin.

Li gorî rayedarên Rûsyayê. di êrişa dronên hêzên Ukraynayê ya li herêma Belgorodê ya beramberî Ukraynayê ya li dijî naveneke bazirganiyê de kesek hat kuştin.

Berpirsê xwecih Yevgeny Paletsky ê ji aliyê Rûsyayê ve hatiye diyarkirin jî got, di êrişên Ukraynayê ya li dijî kantona Zaporizhzhia ya di bin kontrola Rûsyayê de 3 kes hatin kuştin.

Rayedarên herêma Krasnodarê ya başûrê rojavayê Rûsyayê ragihandin ku bermahiyên dronê li ser mirovan ketine. Di encamê de hin kes birîndar bûn û agir bi tesîseke bazirganî ket, pitşre agir hat vemirandin.

Zelensky anî ziman ku hêzên Ukraynayê parzûngeha petrolê ya li herêma Krasnodar û cihekî lojîstîkê ya hêzên Rûsyayê li herêma Rostov kirin hedef.

(bb)