Rûsyayê 32 êriş li bejahiya Idlibê pêk anîn

Balafirên şer ên Rûsyayhê li dijî noqteyên çeteyên Tehrîr El Şam ên li bakur û rojavayê Idlibê 32 êrişên hewayî pêk anîn.

Rûsyayê 32 êriş li bejahiya Idlibê pêk anîn
17 cotmeh, 2023   11:30

Li gorî nûçeya Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), balafirên şer ên Rûsyayê ji vê berbangê ve li dijî derdora bajarokên Marat Misirîn, Hefserce, Şêx Behr, daristana bajarokê Şêx Yûsif, derdora bajarokê Erîha û kampekê li gundewarên bakur û rojavayê Idlibê 32 êriş pêk anîne.

SOHR`ê ragihand ku di êrişan de li derdora gundê Şêx Behr ê rojavayê Idlibê 3 kes birîndar bûne.

Tê destnîşankirin ku li herêmên hatine bombebarankirin hejmareke baregehên leşkerî yên çeteyên Tehrîr El Şam hene.

Balafirên Rûsyayê vê sibehê jî li dijî 4 deverên li Idlibê 10 êriş pêk anîbûn.

(c)