Ji ber êrişan gundên rojhilatê Eyn Îsayê bê av in

Di encama êrişên dijwar ên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gundewarê Eyn Îsa û kantona Girê Spî de, kar li piraniya gelek navendên xizmetguzariyê rawestiye û av li ser gelek gundan qut bûye.

Ji ber êrişan gundên rojhilatê Eyn Îsayê bê av in
Ji ber êrişan gundên rojhilatê Eyn Îsayê bê av in
Ji ber êrişan gundên rojhilatê Eyn Îsayê bê av in
Ji ber êrişan gundên rojhilatê Eyn Îsayê bê av in
Ji ber êrişan gundên rojhilatê Eyn Îsayê bê av in
Ji ber êrişan gundên rojhilatê Eyn Îsayê bê av in
17 cotmeh 2023   02:38

Dewleta Tirk a dagirker kantona Girê Spî û gundewarê herêma Firatê bi dijwarî topbaran kirin. Di encama êrişên bi çekên giran û dronan de, kar li piraniya navendên xizmetguzariyê wekî stasyonên avê û kehrebeyê rawestiyaye. Gelek navend ji ber wêraniya zêde û ji ber êrişên domdar hîna nehatin sererastkirin.

Ji ber êrişan depoya avê ya li gundê Fatse (15 km dikeve rojhilatê Eyn Îsayê) û xeta sereke ya avê dide gund bi temamî wêran bûne. Her wiha depoya avê ya li gundê Xalidiye (5 km dikeve rojavayê navçeyê) û depoya li gundê Elîmat (2 km dikeve rojavayê Eyn Îsayê) bi awayekî qismî wêran bûne.

Têkildarî mijarê hevseroka Gerînendetiya Avê ya kantona Girê Spî Sena El Elî da zanîn ku ji ber êrişên dijwar depoya avê ya li gundê El Fatse ji xizmetê derketiye û got: “Heta vê kêliyê em nizanin zirar çiqas e. Leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji baregehên li gundê Şirgirakê (2 km dûrî gundê Fatse ye) kesên nêzî herêmê dibin, dikin hedef. Lew ra tîmên sererastkirinê nikarin ziyanan sererast bikin."

Sena destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker xeta sereke ya avê ji stasyona Hîşê dide depoyê û bedenê hola sereke ya stasyonê topbaran kirine.

Sena bal kişand ku ji ber topbaranê av ji ser gundê Fatse, gundên Seramde, Xerîce û Mubarek ên rojhilatê Eyn Îsayê û gundên li ser rêya M4`ê qut bûye.

Hevseroka Gerînendetiya Avê ya kantona Girê Spî Sena El Elî destnîşan kir ku ew hewl didin di zûtirîn dem de ziyanên li navendan bûne sererast bikin û careke din xizmetê pêşkêşî şêniyan bikin.

(şx)

ANHA