Rojnamevan Necîp Çarpaz jiyana xwe ji dest da

Necîp Çapraz ê ku ji sala 1991’an ve li navçeya Gever a Colemêrgê rojnamevaniyê dike, li mala xwe ya li taxa Esenyurtê di encama krîza dil de jiyana xwe ji dest da.

Rojnamevan Necîp Çarpaz jiyana xwe ji dest da
26 îlon, 2026   19:53
NAVENDA NÛÇEYAN 

Necîp Çapraz ê ku ji sala 1991’an ve li navçeya Gever a Colemêrgê rojnamevaniyê dike, li mala xwe ya li taxa Esenyurtê di encama krîza dil de jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Çapraz piştî kar û barên pêwîst wê li Goristana Bajêrge were veşartin.

Çapraz ê ku di sala 1967’an de li Geverê ji dayik bû, ji Dibîstana Bilind a Veterîner a Zanîngeha Yuzuncu Yilê mezûn bû. Çapraz ê sala 1991’an di Rojnameya Demokrat a Colemêrgê dest bi rojnamevaniyê kir û di sala 1993’an de, di damezrandina yekem a radyoya taybet û televîzyonê de cih girt.

Çapraz, di sala 2000’an de, di damezrandina rojnameya Yuksekova Haber (Colemêg Nûçe) de cih girt. Çapraz ku salên dirêj di vir de rojnamevanî û nivîskariyê kir, di sala 2005’an de ji aliyê Şaxa Bursayê ya Komaleya Rojnamevanên Hemdem ve hêjayî “Xaleta Piştevaniya Çapemeniyê” hat dîtin.

Çapraz ê ku di tevahiya jiyana xwe ya pişeyî de rastî zext û êrişên cuda hat, di 22’ê Îlona 2005’an de li Geverê rastî êrişa komekî bi maske hat û bi giranî birîndar bibû.