Li dijî baregehên DYA′yê yên li Hewlêrê êriş
Li Hewlêrê, bi balafireke bêmirov a bombebarkirî êriş li baregeha leşkerî ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayêhate kirin.
![Li dijî baregehên DYA′yê yên li Hewlêrê êriş](https://hawarnews.com/kr/uploads/images/202310/141435_123719_652fa2054c59b72d19759e0c.jpg)
Li bajarokê Herîr ê Hewlêrê, bi droneyeke bombebarkirî êriş li baregehek leşkerî ya hêzên Dewletên Yekûbyî yên Amerîkayê (DYA) hat kirin.
Çavkaniyek ku agahî da Rojnewsê û nexwest navê xwe aşkera bike, ragihand ku di çarçoveya operasyonên Bahoza El Eksadê de, bi balafireke bêmirov a bombebarkirî êriş li baregeha leşkerî ya Amerîka ya li bajarokê Herîr a ser bi Hewlêrê ve hatiye kirin.
Hat ragihandin ku rêxistina bi navê Muqaweme Îslamî berpirsyariya êrîşê girtiye ser xwe.