Li Hemayê banê malekê hilweşiya: 7 kes birîndar bûn

Li bajarê Hemayê di encama hilweşîna banê malekê de 7 kes birîndar bûn.

Li Hemayê banê malekê hilweşiya: 7 kes birîndar bûn
26 îlon, 2026   21:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Li kolana El Elîş a taxa Meşai ya bajarê Hemayê banên 2 odeyên malekê hilweşiyan, di encamê de 7 kesên di malê de bûn birîndar bûn.

Çavkaniyên xwecihî got, ambulansê birîndar rakirin Nexweşxaneya Wetenî ya bajêr.

Nivîsgeha Ragihandinê ya Nexweşxaneya Wetenî da zanîn ku rewşa birîndaran zêde ne girane û tedbîrên tibî hatin girtin.

(f)