​​​​​​​Berhem Salih dema yekem civîna parlementoya Iraqê diyar kir

Serokkomarê Iraqê Berhem Salih dema yekem civîna parlementoya Iraqê diyar kir. Roja 9’ê Çile 2022’an wê yekem civîna dema pêncem a parlementoya Iraqê pêk were.

​​​​​​​Berhem Salih dema yekem civîna parlementoya Iraqê diyar kir
30 kanûn, 2021   11:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokkomarê Iraqê Berhem Salih dema yekem civîna parlementoya Iraqê diyar kir.

Serokkomar bi daxwaznameyek bang li parlementerên nû hatîn hilbijartin kir ku roja 9’ê Çileya 2022’an li parlementoya Iraqê yekem civîna xwe li darxin.

Li gorî destûra Iraqê divê civîna yekem a parlementoyê bi serokatiya bi tementirîn parlementer were birêvebirin. Her wiha divê di civîna yekem a parlementoyê de serok û du cîgirên wê ji bo parlementoyê werin hilbijartin.