Li Amerîkayê bahozek bi hêz rabû

Li bakurê rojhilatê Amerîkayê bahozeke bihêz rabû, bi sedan geşt betal kirin û kehrebe ji ser zêdetirî 100 hezar mal û tesîs qut kir.

Li Amerîkayê bahozek bi hêz rabû
26 îlon, 2026   22:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Li deverên fireh ên bakurê rojhilatê Amerîkayê bahozeke xurt pêk hat, bi sedan geştên hewayî betal kirin, kehrebe ji ser bi 100 hezaran mal birî. Hemwextî wê ba, baran xurt bû û li gelek deveran lehî çêbûn.

Rayedaran der barê şert û mercên dijwar ên hewayê de hişyarî da, di heman demê de Şaredarê New Yorkê Zahran Mamdani bang li welatiyan kir ku ji rêwîtiyên nehewce dûr bisekinin û bal kişand ser metirsiya ketina xetên kehrebê ji ber bayê xurt.

Li gorî daneyên FlightAware, bahoz bû sedema betalkirina bi sedan geştên asîmanî ku tenê li Balafirgeha Logan a Bostonê 130 geşt di nav wan de bûn. Şîrketên hewayî yên wekî JetBlue, United û American Airlines jî der barê rêwîtiyê de hişyarî da û destûr da rêwiyan ku bêyî dayîna heqê zêde guhertinan di rezervasyonên xwe de bikin.

(f)