Cenazeyê kedkarê çapemeniya azad Necmettîn Salaz gihîşt Wanê

Cenazeyê rojnameger Necmettîn Salaz ku li Başûrê Kurdistanê ji ber nexweşiyê şehîd bibû, gihîşt bajarê Wanê cihê ku dê li wir bê defnkirin.

Cenazeyê kedkarê çapemeniya azad Necmettîn Salaz gihîşt Wanê
18 cotmeh, 2023   06:58

Rojnameger û nivîskar Necmettîn Salaz di 14’ê Cotmehê de li nexweşxaneyeke bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê şehîd bibû.

Cenazeyê şehîd Necmettîn Salaz di saetên êvarê de anîn Deriyê Sînor ê Xabûrê û ji bo karûbarên otopsiyê rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Silopiyayê. Piştî bidawîbûna karê otopsiyê, cenaze birin Wanê. Cenazeyê Salaz dê piştî nimêja nîvro ya li Mizgefta Boyalarê, li Goristana Akkopruyê ya navçeya Tûşbayê bê definkirin.  

Malbata Salaz dê şîna xwe li Mala Şînê ya Mizgefta Hayretiye ya Berê ku li ser Rêya Kaleyê ye deyne.