Şêniyên Hesekê: Bersivdayîna êrişan mafekî rewa ye

Şêniyên kantona Hesekê destnîşan kir ku bersivdayîna êrişên dewleta Tirk a dagirker mafekî rewa ye û gotin, QSD'ê nûnertiya şêniyên herêmê dike û têkbira êrişan e.

Şêniyên Hesekê: Bersivdayîna êrişan mafekî rewa ye
17 cotmeh 2023   03:45

Dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên li dijî binesazî û saziyên sereke yên jiyanê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomîne.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) di çarçoveya parastina rewa û têkbirina êrişan de, gelek çalakiyên tolhildanê li dijî baregehên çete û dagirkeran li dar xistin. Di encama çalakiyan de bi dehan leşker û çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatin kuştin.

Şêniyên navçeya Dirbêsiyê destnîşan kir ku êriş dê îrade û rêxistinkirina wan a li gor şerê gel ê şoreşgerî têk nebe.

Ednan El Casim êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê şermezar kirin û got: "Bersivdayîna van êrişan mafekî rewa ye û QSD'ê nûnertiya gelên herêmê dike û têkbira êrişên hovane ye."

Welatiya bi navê Nûr Ebas destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide bi rêya êrişan gelê herêmê têk bibe û wî ji rêya berxwedanê dûr bixe. Nûr Ebas her wiha got: ′′Çalakiyên tolhiladê yên QSD'ê yên li dijî baregehên dagirkerên Tirk îsbat dikin ku em dikarin li gor şerê gelê şoreşgerî herêmê biparêzin û tol şehîdan hilînin."

Welatiya bi navê Fereh Hesen diyar kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker sûcên şer in,  armanc jê koçberkirina şêniyên herêmê ye.

Fereh got,  gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi xwepêşandanan û çalakiyên li dijî baregehên artêşa Tirk a dagirker îsbat dikin ku berxwedanê bidomîne.

Şêniyên navçeya Şedadê destnîşan kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker aramiya herêmê têk dibin.

Hesen El Muxlif piştgiriya xwe bi QSD′ê re anî ziman û wiha got: "Em amade ne mil bi mil bi QSD′ê re bersiva tevahî êrişên li ser herêmên me bidin.′′

Hisên El Hemed êrişên dagirekriyê şeremzar kirin û got: "Em bi tu awaayî dagirkeriya li ser aramiya herêmên me qebûl nakin."

(mh/bb)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/imLsfswMxpg?si=3IA7aA3XQcRKiRwI" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe>