Trump plana 7 rojî ya Îranê red kir

Serok Dewletê Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump plana 7 rojan a ji aliyê Îranê ve hatî pêşkêşkirin, red kir.

Trump plana 7 rojî ya Îranê red kir
26 îlon, 2026   18:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê DYA’yê Donald Trump li ser hesabê xwe yê kesî Truth Social destnîşan kir ku Îran wê nikaribe bibe xwedî çekên nukleerî.

Li aliyê din Îranê ji bo dawîkirina şer û li ser mijara nukleerê ji bo jin û ve destpêkirina muzakereyan pêşniyarek nû pêşkêşî DYA’yê kiribû. Wezîrê Karê Derve yê Îranê Ebas Eraqçî, diyarkiribû ku eger DYA planê erê bike, erka dikeve ser milê wan wê pêk bîne; wê di nava 7 rojan de dest bi muzakerayan bikin.

Trump li ser plana 7 rojî ya pêşniyara Îranê a ji bo ji nû ve vekirina Tengava Hurmuzê ku bi rêya Qetarê ji bo DYA’yê hatibû pêşkêşkirin daxuyaniyek da û got: “Ez pêşniyara agirbestê red dikim.”

Trump anî ziman ku ji ber fikarên DYA’yê ku Tehran şertên di mijara bernameya nukleerî de pêk naîne, pêşniyar red kiriye.