​​​​​​​Li Babê çete bi hev ketin: 2 kuştî û 8 birîndar

Hate ragihandin ku li gundewarê bajarê Babê, di navbera komên çete yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker de şer derket. Di şer de kuştî û birîndar çêbûn.

​​​​​​​Li Babê çete bi hev ketin: 2 kuştî û 8 birîndar
30 kanûn, 2021   11:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku şevê din li gundê Tefrîa yê bajarê Babê di navbera çeteyên koma "El-Hemzat" de şer derket. Di şer de du çete di nav de serçeteyek hatin kuştin û 8 jî birîndar bûn.

Li gorî SOHR, şer ji ber parvekirina diziyan û karên qaçaxçîtiyê derket û heta saetên derengiya şevê dewam kir. Her wiha diyar kir ku şer li nêzî eniyên şer ên bi hêzên hikumeta Şamê re rû da.

Koma çete ya "El-Hemzat" li herêma Wadî El-Cûî ya gundê Tefrîa, karên qaçaxçîtiya mirov û kelûpelan ji  herêmên di bin kontrola wan de û herêmên hikumeta Şamê de dikin.