Şehîd Demhat Girê Spî li Kobanê hat oxirkirin

Bi sedan şêniyên Kobanê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Demhat Girê Spî yê di encama qezayeke trafîkê de şehîd bibû, oxir kir.

26 îlon, 2026   19:24
KOABNÊ

Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Demhat Girê Spî (Mistefa Wêso Hesen) ê ku 25‘ê Îlonê (2026) di encama qezayeke trafîkê de li Qamişloyê şehîd bibû, bi merasîmekê li Pakrewangeha Şehîd Dîcleyê hat veşartin. Bi seden şêniyên Kobanê beşdarî merasîmê bûn.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Piştre li ser navê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Narîn Mistefa axivî. Narînê di axaftina xwe de sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got, windakirina her têkoşerekî/ê erkên wan ên li beramberî welat girantir dike. Narîn Mistefa keda şehîd a di nava Hêzên Ewlekariya Hundirîn de vegot û soza şopandina rêya wan da.

Piştre li ser navê PYD‘ê Selah Kobanê jî axivî û bal kişand ser welatparêziya şehîd Demhat. Selah Kobanê anî ziman ku xwedîderketina li şehîdan û şopandina rêya wan erka herî pîroz ji bo parastina destkeftiyên gelê herêmê ye.

Piştî axaftinan wesîqeya şehîd hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin.

Di dawiyê de cenazeyê şehîd bi dirûşmên "Şehîd namirin" spartin axê.

Xizmên şehîd Demhat li bajarê Girkê Legê jî konê sersaxiyê vedan.

(so/bb)

ANHA