Di Konferansa Kurdî ya li Brukselê de binpêkirinên dewleta Tirk hatin nîqaşkirin

Duh li paytexta Belçîkayê Brukselê Konferansa Kurdî ya Navdewletî gera 16`an li avahiya Yekitiya Ewropayê dest pê kir.

Di Konferansa Kurdî ya li Brukselê de binpêkirinên dewleta Tirk hatin nîqaşkirin
6 sibat, 2020   12:08
NAVENDA- NÛÇEYAN

Akademîsyen û siyasetmedar ji tevahiya cîhanê, ji nav wan zanyarê ji başûrê Afrîkayê ku xelata Nobelê ya Aştiyê standiye Desmond Togo, parêzvana mafên mirovan a ji Iraqê Şîrîn Ebadî, Nûnera Aştiyê yê li Meclisa Ewropayê û seroka Saziya Mafên Mirovan Bianca Jagger, feylezofê navdar Noam Chomsky û parlamentera berê ya HDP`ê Leyla Zana tev li konferansê bûn.

Di danişîna yekemîn de, mijarên girêdayî Tirkiyê û doza kurdî, ji wan nakokiya li ser çavkaniyên avê hatin nîqaşkirin. Beşdaran piştrast kir ku çavkaniyên girîng ên avê li Tirkiyê ji herêmên Kurdan der dibin û da zanîn ku di dirêjahiya dîrokê de nakokî her li ser çavkaniyên avê li Mezopotamyayê hebûn.

Ji mijarên din ku hatin nîqaşkirin, helwesta Ewropayê ji binpêkirinên ku dewleta Tirk li Tirkiyê û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike. Beşdaran di vê der barê de, bi lêv kir ku Yekitiya Ewropayê dagirkeriya dewleta Tirk a li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kir, lê dewletên yekitiyê firotina çekan ji bo dewleta Tirk neda rawestandin, her wiha ji dezgehên çapemeniyê yên Ewropayê xwestin ku di vê derbarê de xebateke zêde bikin.

Her wiha beşdaran di danişîna yekemîn de, doza kurdî li Bakurê Kurdistanê û pêvajoya aştiyê ya di navbera PKK û dewleta Tirk de nîqaş kir. Beşdaran sedema têkçûna pêvajoya aştiyê, spart dewleta Tirk û AKP`ê.

Danişîna duyemîn a roja yekemîn, semînerek bi sernavê "Têkiliyên dewleta Tirk û Yekitiya Ewropayê, dan û standinên endamtiyê û aloziya penaberan û Kurd" hate dayîn. Semîner ji aliyê profesor Cengîz Aktar ve hate dayîn.

Di nîqaşkirina danişîna duyemîn de, hate piştrastkirin ku dewleta Tirk bi vê rewşa xwe nikare beşdarî Yekitiya Ewropayê bibe. Her wiha beşdaran bal kişand ser binpêkirinên ku di hundirê Tirkiyê de wekî girtina siyasetmedar, rojnamevan û sivîlan dibin û binpêkirinên li dijî mafên mirovan.

Di heman demê de, beşdaran  anî ziman ku dewleta Tirk penaberan wekî kaxezeke zextê li dijî Ewropayê bi kar tîne û ji ber vê yekê jî Yekitiya Ewropayê neçar dimîne ku tawîzan ji Tirkiyê re bide.

Konferans di roja duyemîn de dewam dike. Mijarên ku îro werin nîqaşkirin jî binpêkirinên dewleta Tirk ên li Rojava û hewldana zindîkirina Osmaniyan, rewşa Kurdan û qirkirinên ku bi serê Kurdan de tên û hin mijarên din û helwesta Yekitiya Ewropayê ji van mijaran.

(kc)

ANHA