Rejîma Sûriyê: Derbeyên Îsraîlê ji bo derbasbûna karwanê Tirkiyê bûn

Fermandariya hêzên rejîma Sûriyê got derbeyên hewayî yên Îsraîlê ji bo karwanê leşkerî yê Tirkiyê derbasî hundirê Sûriyê bibe û komên terorîst biparêze, pêk hatin.

Rejîma Sûriyê: Derbeyên Îsraîlê ji bo derbasbûna karwanê Tirkiyê bûn
6 sibat, 2020   12:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Sana ya girêdayî rejîmê daxuyaniya fermandariyê weşand. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Roja pêncşemê 6`ê Sibata 2020`an (îro) saet di 02:00`an de bi destekdayîna hewayî ya Îsraîlê karwanekî leşkerî yê Tirkiyê ji herêma Oxlînar derbasî hundirê Sûriyê bû. Karwan ji hejmareke alav û panzêran pêk dihat."

Ajansê diyar kir ku karwanê leşkerî yê Tirkiyê li ser xeta di navbera bajarokê Biniş, Meret Misêrîn, Teftenaz de belav bû û armanca wê ew e ku terorîstan û di serî de Cebhet El-Nusra biparêze û pêşveçûnên artêşa Sûriyê asteng bike û nehêle ku tunekirina terorîstên ku sivîlên li parêzgeha Idlibê hatine dorpêçkirin û wan wek mertalên zindî bi kar tîne, bi dawî bike.

(bx)