Şehadeta 18 gerîlayên azadiyê tê aşkerakirin

Li bajarên Dêrik, Girkê Legê û Çilaxa meclisên malbatên şehîdan dest bi aşkerakirina nasnameyên 18 gerîlayên YJA-STAR û HPG`ê kir, pê re jî ji bo danîna konê sersaxiyê yê navendî li Dêrikê amadekarî tên kirin.

Şehadeta 18 gerîlayên azadiyê tê aşkerakirin
5 cotmeh, 2026   14:11
QAMIŞLO

Meclisên malbatên şehîdan ên bajarên Dêrik, Girkê Legê û Çilaxayê îro dest bi ragihandina nasnameyên 18 gerîlayên Yekîneyên Jinên Azad ên Star (YJA-STAR) û Hêzên Parastina Gel (HPG) ên ku di salên cuda de şehîd bûne, dike.

Meclis dê bi rêya serdana malbatan wesîqeyên şehadetê aşkera bikin.

Li gorî agahiyan, dê meclisên malbatên şehîdan konê sersaxiyê yê navendî li Navenda Şehîd Bawer a Ciwanan a li Dêrikê ji bo 18 şehîdan vede.

Dê merasîma sersaxiyê ya şehîdan 2 rojan bidome û di roja yekemîn de şêniyên bajarên Çilaxa, Girkê Legê, Dêrik, bajarokê Rimêlan û gundewarên wê serdana kon bikin, di roja duyemîn de jî dê şêniyên bajarên Tirbespiyê, Qamişlo, Hesekê, Dirbêsiyê, Amûdê û Til Temir serdana kon bikin.

Li gorî Meclisa Malbatên Şehîdan merasîma sersaxiyê ji saet 10:00`an heta 18:00`an didome û heta saetên bi şev jî şênî dikarin sersaxiyê bixwazin.

(sb)

ANHA