Danezana Konferansa Brukselê: Wê komîteyek were avakirin

Di konferansa li Brukselê de, ji bo nûnertiya Kurdan li NY’ê biryara destpêkirina têkoşînekî demdirêj hate dayîn. Di danezana konferansê de, biryara naskirina Kurdan wekî netewe, dayîna statuya çavdêr û pêşkêşkirina milyonan îmzeyan ji bo NY’ê hat dayîn.

Danezana Konferansa Brukselê: Wê komîteyek were avakirin
3 cotmeh, 2026   20:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Danezana Konferansa ku li Brukselê ji bo Nûnertiya Neteweya Kurd li Neteweyên Yekbûyî (NY) hat lidarxistin, hate eşkerekirin.

Di danezanê de hate xwestin ku Kurd wekî netewe li NY’ê werin naskirin û di saziyên girêdayî NY’ê de nûnertiya wan wekî çavdêr were kirin. Hate diyarkirin ku ji bo nûnertiya Kurdan a li NY’ê divê xebatekî demdirêj were meşandin.

Di danezanê de wiha hate gotin:

 “Li ser vexwendina KNK’ê’, em ji çar parçeyên Kurdistanê û ji derveyî welat nûnerên partî, rêxistin û saziyên Kurdistanî û ji hemû pîşeyan kesayetên serbixwe, li gel hinek dostên Kurdan, di roja 3’yê Cotmeha 2026’an de li welatê Belçîka li bajarê Brukselê, kombûn û di bin navê Konferansa ji bo nûnertiya neteweyê Kurd li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî de me konferansek pêkanî û piştî nîqaşên berfireh em vê encamnameyê ji reya giştî re radighînin.

Kurdistan li rojavaya parzemîna Asyayê da di navbera Turkiye, Îran, Iraq û Sûriyayê de cihê xwe digire û erdnîgariya Kurdistanê derdorê pênc sed hezar (500.000) kîlometreya çargoşe ye. Gelê Kurd geleke qedîm ê vê erdnîgariyê ye, bi hezaran salan e li ser vê erdnîgariyê dijî û navê xwe daye vê erdnîgariyê û ji hezar salan zêdetire navê vê erdnîgariyê Kurdistan e.

Nifûsa gelê Kurdistanê nêzîkî şêst milyona (60.000.000) ye. Gorî vê hejmara xwe ya mezin jî, Kurd di saziyên navneteweyî de weke neteweyekî nayên naskirin û temsîlkirin. Taybetî li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî – NY da ku hema hema hemû netewe li wê rêxistinê xwedî nûnertiyan e, navê neteweya Kurd li wê saziyê nayê xwendin, Kurd weke neteweyekî nayê naskirin û li ser navê neteweyê Kurd nûnerek li vê saziyê nîne.

Ev rewş di jiyana neteweyê Kurd û hemî gelên Kurdistanê da dibe kêmahiyek mezin û dibe bingeha pirs û pisrgirêkan. Ji ber vê yekê, KNK’ê di Civata Gîştî ya 24’an (6-7.06.2026) de ev mijar hilda rojeva xwe. Piştî nîqaşên berfireh biryar hate girtin ku ji bo Kurd jî weke neteweyên dî bêne naskirin û di saziyên girêdayî NY’ê de weke çavdêr (weke statûya Filîstîniyan) bêne temsîlkirin, serî li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî – NY bê dayîn. Di vî warî da bi komek pisporan re civîn hatin çêkirin, nêrînên pisporan hatin girtin. Di çerçeveya wan nêrînan de li ser navê KNK’ê, nameyek radestê Seketerê Giştî yê NY’yê Birêz António Guterres hate kirin.

Lê ev mijar meseleke mezin û giran e, bi hinek civênên teng û bi pêşkêşkirina çend nameyan ev mesele nayê çareserkirin. KNK tenê bi serê xwe ji nava vî karî nikare derkeve. Pêwîstî bi hevkariyek neteweyî û navneteweyî heye. Ji kîjan alî ve lê binêrî binêre, pêwîstiyek mezin jî heye ku rêber, serok, nûner, kesayetên di nava civakê de xwedî rol in, nûnerên hemû pêkhate û hemû giraniyên civaka Kurdistanê, di asta jor de kombûn û komîteyan çêkin û li ser vê mijarê biaxivin û biryaran bistinîn. Divê bi civîn, çalakî û kampanyayên xurt, Gelê Kurdistanê bikeve nava tevgerê. Bi vê konferansê re em vê mijara girîng têxin rojeva Kurdistanê û Cihanê. Em dest bi xebatekî dûr û dirêj dikin. Em ê vê xebatê hemû usûlên dîplomasiyê bixebitînin û kampanyayên berfireh pêkbînin.

Li ser vê em weke beşdarên Konferansa ji bo nûnertiya neteweyê Kurd li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî de van xalên jêrîn ji reya giştî re radihgînin:

-Konferans, xebat, biryar û serlêdana KNK’ê ya di vî warî de girîng dibîne û piştgiriyê lê dike.

-Konferans, nûnertiya neteweya Kurd li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî de kareke sereke yê dîplomasiya Kurd dibîne û vî karî datîne pêş hemû partî, rêxistin, sazî û kesayetên peywendîdar.

-Konferans, karên ji bo pêkanîna nûnertiya neteweya Kurd li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî de karekî dûrûdirêj dibîne, ev tinê karê rêxistinekî nîne û karekî neteweyî û niştimaniye.

-Konferans, ji bo cîbecîkirina vî karî, bi navê “Komîteya Pêkanîna Nûnertiya Neteweya Kurd li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî” komîteyek a kar pêktîne û bang li partî, rêxistin, sazî û hemû Kurdistaniyan dike ku tevlî vê xebatê bibin û piştgirî li vê komîteyê bikin.

-Komîteya Pêkanîna Nûnertiya Neteweya Kurd li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî, komîteyek serbixwe ye û ji nûnerên partî, rêxistin û saziyên Kurdistanî û kesayetên serbixwe pêktê û bi hemû partî, rêxistin û saziyên Kurdistanî re di nava ahengekî de dixebite.

-Konferans, ji bo pêkanîna vî karî biryar dide ku kampanyayekî berfireh a îmzeyan bê destpêkirin, li çar aliyên Kurdistanê û li derveyî welat, milyonan îmze bêne komkirin û pêşkêşê NY’yê bê kirin.

-Konferans, bang li hemû Kurdistaniyan dike cihê xwe di nava vê xebatê de bigrin û tevli vê kampanyayê bibin.

-Konferans, pêkanîna nûnertiya neteweya Kurd li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî de weke kareke neteweyî û niştimanî dibîne. Ev kar inceq bi yekîtiyek xurt ya neteweyî pêktê. Bi vê munasebetê konferans, bang li partî, rêxistin û sazî, kesayet û hemû pêkhateyên Kurdistanî dike ku di zûtirîn demê de konferansekî neteweyî kom bikin û yekîtiya neteweyî xurt bikin.

-Konferans, bang li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî – NY dike ku serlêdana gelê Kurdistanê bipejirînin, Kuradan weke neteweyekî nas bikin û di saziyên girêdayî NY’ê de Kurdan weke çavdêr qebûl bikin.

-Konferans, di serî de her pênc welatên di NY’yê da xwedî mafê vetoyê ne, bang li hemû dewletên endamê NY’yê dike ku serlêdana Kurdan bi erênî pêşwazî bikin, vê mijarê hildin rojeva NY’yê û di dengdanê de dengên erênî karbînin.

-Çareseriya pirsa Kurdî û temsîla neteweyê Kurd li NY’ê de dijê berjewediyên Turkiye, Îran, Iraq û Suriyeyê nînin û di wekhevî û çareseriyê da berjewendiyên hevpar hene. Konferans, bang li rêveberên Turkiye, Îran, Iraq û Suriyeyê dike ku vê mijara nûnertiya neteweyê Kurd li NY’yê weke xebatek dijî dewletên xwe nebînin û jêre nebin asteng."