Mazlûm Ebdî û Mesrûr Barzanî civiyan

Şêwirmendê serokkomariya Sûriyeyê Mazlûm Ebdî bi serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re civiya.

Mazlûm Ebdî û Mesrûr Barzanî civiyan
13 cotmeh, 2026   15:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Şêwirmendê serokkomariya Sûriyeyê Mezlûm Ebdî bi serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re hevdîtinek kir.

Hevdîtin îro pêk hat û hikumeta Başûrê Kurdistanê li ser hevdîtinê daxuyaniyek da.

Li gorî daxuyaniyê, di hevdîtinê de rewşa giştî û guherîn û pêşketinên dawîn ên li Sûriye û herêmê hatine nirxandin û hate gotin: "Her du aliyan bal kişand ser girîngiya parastina aştî, ewlehî û aramiya Sûriyeyê û mafên Kurdan û hemû pêkhateyan."