Rûsya: Êrişên radîkalan ên li dijî bargehên me ji herêmên di bin serweriya Tirkiyê de tên

Kremlînê ragihand ku êrişên çeteyên radîkal ên li dijî baregehên Rûsyayê li Sûriyê ji herêmên di bin serweriya dewleta Tirk de pêk tên.

Rûsya: Êrişên radîkalan ên li dijî bargehên me ji herêmên di bin serweriya Tirkiyê de tên
6 sibat, 2020   12:40
NAVENDA NÛÇEYAN

 

Berdevkê Serokatiya Rûsyayê Dmitriy Peskov got: "Êrişên radîkalan ên berdewamî li dijî baregehên Rûsyayê yên li Sûriyê ji herêmên di bin serweriya dewleta Tirk de tên û artêşa Sûriyê û baregehên leşkerî yên Rûsyayê dikin armanc."

Dmitriy Peskov di daxuyaniya çapemeniyê de anî ziman ku peywendiya herî dawî ya di navbera serokên Rûsya û Tirkiyê de her du aliyan piştrast kir ku metirsiyên wan ên girêdayî Idlibê hene.

Her wiha Peskov da zanîn ku di dema niha de tu plana hevdîtina di navbera Pûtîn û Erdogan de tune ye, lê eger hewce bike wê amadekariyên wê bikin.

Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê jî îro bi daxuyaniyekê got rewşa li Idlibê xeternak e û di demên dawî de şîdet zêdetir bûye. Wezaretê diyar kir ku pisporên leşkerî yên Rûsya û Tirkiyê li “herêmên bêçek" di meha derbasbûyî de li Idlibê hatin kuştin.

(kc)