Li Minbicê konê çalakiyê hat danîn

Xelkê bajarê Minbicê û gundewarên wê ji bo piştgiriya Pêngava ′Ji Abdullah Ocalan re azadî, Ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî′ konê çalakiyê veda.

Li Minbicê konê çalakiyê hat danîn
Li Minbicê konê çalakiyê hat danîn
Li Minbicê konê çalakiyê hat danîn
Li Minbicê konê çalakiyê hat danîn
Li Minbicê konê çalakiyê hat danîn
Li Minbicê konê çalakiyê hat danîn
Li Minbicê konê çalakiyê hat danîn
Li Minbicê konê çalakiyê hat danîn
Li Minbicê konê çalakiyê hat danîn
18 cotmeh, 2023   12:12

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê şaxê Minbic û gundewarên wê di çarçoveya Pêngava Însiyatîfa Gel a bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ya bi diruşma ′Ji Rêber Abdullah Ocalan re azadî, Ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî′ çalakiya konvedanê li dar xist.

Pêngava însiyatîfê di çarçoveya pêngava cîhanî ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan ku 10′ê Cotmehê hatibû ragihandin, hatiye destpêkirin.

Endamên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk, komîte û saziyên girêdayî wê, rêxistinên civaka sivîl, meclis, xekê bajêr û gundewarên wê, şêx û rûspiyên eşîran beşdarî konê çalakiyê yê li qada Saetê hatiye vedan, bûn.

Di çalakiyê de endamê rêveberiya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Minbicê Hisên Begarî axivî û wiha got: "Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê terora DAIŞ′ê têk bir, îro jî bi saya fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan, fikra ku gel fêrî berxwedan, têkoşîn û sekna li hember dijmin kiriye, li hember dewleta Tirk a dagirker jî li ber xwe dide."

Begarî wiha domand: "Em Ciwanên Rêber Abdullah Ocalan hewl didin fikira neteweya demokratîk belav bikin û di oxira pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêberê xwe de tê dikoşin."

Piştî axaftinan sînevîzyonek li ser komploya navneteweyî, armancên dewletên kapîtalîst ji vê komployê û berxwedana Rêber Abdullah Ocalan a li girtîgeha Îmraliyê hate pêşandan.

Di bin konê çalakiyê de parêznameyên Rêber Abdullah Ocalan jî hatin danîn.

Dê çalakî bi beşdariya şandeyên ji rûspiyên eşîran, endamên sazî, komîteyên jinan, Meclisa Edaleta Civakî, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, HPC′ê û bi sedan xelkê bajêr û gundewarên wê, êvarê bi dawî bibe.

(fr/c)

ANHA