Yekitiya Parêzeran a Reqayê 4`emîn kongreya xwe li dar xist

Yekitiya Parêzeran a Reqayê 4`emîn kongreya xwe li Reqayê bi dirûşma “Parêzerî, ji bo pêkanîna edaleta civakî peyama herî berz e” li hola parêzeran a Reqayê li dar xist.

18 cotmeh, 2023   16:53

Yekitiya Parêzeran a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Yekitiya Parêzeran a Reqayê, Yekitiya Parêzeran a Cizîrê, Kombûna Jinan a Zenûbya, rêxistinên civaka sivîl, Partiya Sûriya Pêşerojê û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tev li kongreyê bûn.

Di kongeyê de hevserokê Yekitiya Parêzeran a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Enwer El Esir axivî û got: “Peyama ketiye ser milê me, ya herî bilind e. Wek saziyeke dadwerî, ji we tê xwestin ku hûn rastiya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêş bixin.”

Her wiha serokê Partiya Sûriya Pêşerojê Ebid El Mihbaş axivî û lidarketina kongreyê li beşdaran pîroz kir.

Dûre cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Hemdan El Ebid axivî û got: “Hinek di parêzeriyê de wesîleyek ji bo bidestxistina pereyan dibînin. Lê berovajî wê, ew wesîleyek ji bo pêkanîna heqê ye. Em di serdemeke wisa de dijîn ku heq winda bûye û zulm belav bûye. Edalet bingeha civakan e. Dema edalet belav bibe, aştî û hezkirin belav dibe.”

Piştî wê cîgirê hevserokatiya Partiya Sûriya Pêşerojê Cahid Hesen rewşa siyasî nirxand û got: “Bêguman bûyerên li herêmê berdewama geşedanên li Rojhilata Navîn e. Heke ev doz nehatin çarserkirin, wî wêranî û xerabî berdewam bike. Li Sûriyeyê çareserî di pêkanîna rêveberiya xweser û projeya neteweya demokratîk de veşartî ye. Her wiha ew çareseriya herî guncew a dozên li Rojhilata Navîn e.”

Her wiha hevseroka Yekitiya Parêzeran a Reqayê Rîm El Şinae rewşa rêxistinî ya yekitiyê ya sala 202-2023, hevserokê Yekitiya Parêzeran a Reqayê Ziyab El Herwîl rapora malî ya yekitiyê xwend.

Her du rapor ji ailyê beşdaran re ve hatin nîqaşkirin û di dawiya kongreyê de beşdaran 9 endam ji bo Desteya Rêveber a Yekitiya Parêzeran a Reqayê û 7 endam ji bo Komîteya Displînê hilbijartin.

(şx)

ANHA