Piştgiriya bo pêngava azadiya Rêber Abdullah Ocalan mezintir dibe

Welatî, rewşenbîr û kesayetên siyasî piştgiriya xwe ji bo Pêngava "Ji Ocalan re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî" anî ziman û banga tevlêbûnê kir.

Piştgiriya bo pêngava azadiya Rêber Abdullah Ocalan mezintir dibe
17 cotmeh 2023   06:35

Di 10′ê Cotmehê de li 74 navendên cîhanê Pêngava "Ji Ocalan re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî" hat ragihandin. Piştgirî û tevlêbûna pêngavê roj bi roj zêde dibe.

Welatî, kesaysetên siyasî û yên rewşenbîrî yên ji bajarê Hesekê der barê pêngavê de axivîn.

Welatiyê bi navê Ebdurezaq Mihemed tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan bi komployeke nû li dijî wî nirxand û got, armanca tecrîdê ew e tu kes rewşa wî nizanibin û analîzên wî negihîjin cîhanê.

Ebdurezaq Mihemd anî ziman ku pêngava ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan a li 74 welatan hatiye destpêkirin asta bandoriya wî ya li cîhanê û mirovahîxwazan nîşan dide.

Mihemed bang li gelên herêmê û sazî û partiyên wê kir ku ji bo mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan tev li vê pêngavê bibin.

'DIVÊ HER KES ASTA TÊKOŞÎNÊ BILIND BIKIN'

Endamê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Aldar Mihemed got, Rêber Abdullah Ocalan xwedî felsefeyeke mirovî li Rojhilata Navîn e û diyar kir ku dewletên hegemonîk bi dîlgirtina Rêber Abdullah Ocalan armanc kir ku fikr û felsefeya wî asteng bikin.

Aldar Mihemed destnîşan kir ku Rêber Abdullah Ocalan girtîgeh kir çavkaniya felsefeyê û felsefeya wî li seranserî cîhanê belav bûye

Mihemed bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan jî û wiha domand: "Dewleta Tirk a dagirekr tecrîdeke giran li ser Rêbertî dimeşîne da ku wî ji cîhanê dûr bixe û di encamê de krîzên Rojhilata Navîn bidomin û dewletên hegemonîk xwe li herêmê ferz bikin.′′

Aldar Mihemed ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan banga tevlêbûna pêngava cîhanî kir û got: "Divê her kes dakeve qadan û asta têkoşîna ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bilind bike, ji ber ku azadiya Rêber Apo azadiya gelê Kurd û bidawîbûna krîzên herêmê ye."

'TECRÎDA LI SER RÊBERTÎ TECRÎDA LI SER GELÊ KURD E'

Endamê Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê Ezher Ehmed destnîşan kir ku tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan tecrîdkirina gelekî û astengkirina çareserkirina pirsgirêka Kurd li Rojhilata Navîn e.

Ehmed ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan banga tevlêbûna pêngavê kir û wiha dom da axaftina xwe: "Divê em xwe bigihînin tevahî rewşenbîrên cîhanê, divê em pirsgirêka Kurd û sedemên komploya navneteweyî ya li dijî Rêbertî û tecrîda li ser wî bi wan bidin naskirin. Her wiha divê em banga tevlêbûna pêngavê li wan bikin."

Ezher Ehmed anî ziman ku divê her kes tev li pêngavê bide û got: "Divê her kes vê pêngavê wekî pêngaveke nîştimanî bibîne, divê her kes ji bo rakirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan tev li pêngavê bibin. Bi rêya vê pêngavê em dikarin dengê xwe bighînên cîhanê."

(mh/bb)

ANHA