Partiyên siyasî banga girtina qada hewayî kir

Partiyên siyasî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bang li hêzên navneteweyî kir ku ji bêdengiya xwe li hember sûc û komkujiyên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derkevin û qada hewayî ya herêmê bigirin.

Partiyên siyasî banga girtina qada hewayî kir
Partiyên siyasî banga girtina qada hewayî kir
Partiyên siyasî banga girtina qada hewayî kir
Partiyên siyasî banga girtina qada hewayî kir
Partiyên siyasî banga girtina qada hewayî kir
Partiyên siyasî banga girtina qada hewayî kir
18 cotmeh, 2023   12:57

Li Hesekê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê meşek hate lidarxistin. Di meşê de endamên saziyên civaka sivîl, partiyên siyasî, rûspiyên êlên Ereb û Kurd û oldar beşdar bûn û banga girtina qada hewayî li ser herêmê kir.

Beşdaran pankartên ′Êrişên dewleta Tirk bisekinînin′, ′Balafirên Tirkiyeyê li asîmanê me qedexe bikin′ û′Kî gelan ji hêmanên jiyanê mehrûm dike sûcdarê şer e′ û wêneyên şehîdên Akademiya Têkoşîna Dijî Madeyên Hişbirê ku balafirên şer ên dewleta Tirk di 8′ê Cotmehê de bombebaran kiribû, hatin hildan.

Meş ji Çerxerêya Şehîd Ezîz a li taxa Xiwêran a Hesekê ber bi kolana sereke dest pê kir û li ber baregeha Koalîsyona Navneteweyî ya li taxê vegerî mîtîngê. Li wir endama Nivîsgeha Têkiliyan a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Deriya Remedan daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi rêya balafirên şer û bêmirov zêde kirin, di êrişan de binesazî û avahiyên xizmetguzariyê hatin hedefgirtin, komkujî pêk anîn.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku dewleta Tirk a dagirker bi hincetên derew li dijî gel komkujiyan pêk tîne û êrişên hêzên li herêmê dike. Di êrişên xwe de navendên xizmetguzariyê yên welatiyan hedef digire, ev yek sûcên şer û dermirovî ne.

Her wiha hate gotin armanca êrişên dewleta Tirk a dagirker ewlehî, îstîqrara û projeya Rêveberiya Xweser têk bibe. Di êrişên xwe de û ji bo hewldanên xwe yên dagirkirinê pêk bîne rêxistinên terorîst û çeteyan bi kar tîne.

Di daxuyaniyê de bang li hêzên navnteweyî hate kirin ku destwerdanê bikin, êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmê bi dawî bikin û qada hewayî ya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bigirin.

Di dawiyê de beşdaran dosyaya sûc û binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê radestî berpirsên baregeha Koalîsyona Navneteweyî kir û banga girtina qada hewayî kir.

(fr)

ANHA