23 çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatin kuştin 6 wesayit hatin rûxandin

Di nava 24 saetên dawî de 23  çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatin kuştin û 7 jî birîndar bûn. Şervanên QSD`ê wesayiteke zirxî û 5 wesayîtên din ên leşkerî rûxandin.

23 çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatin kuştin 6 wesayit hatin rûxandin
13 ÇILE, 2025   13:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê, agahiyên dawî yên eşekerî û encamên berxwedana li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser gundewarên Minbic û Kobanê eşkere kir.

Daxuyanî wiah ye:

"Berxwedana şervanên me yên Hêzên Sûriyeya Demokratîk a li dijî êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di asta herî bilind de berdewam dike.

Duh Yekşemê saet 13.00 piştî nîvro, çeteyên dewleta Tirk a dagirker li başûrê rojhilatê bajarê Minbicê girê Syriatel û gundên derdora wê êrişeke dijwar pêk anî û di navbera şervanên me û çeteyan de şerên dijwar rû dan. Di encamê de 5 wesayitên wan ên leşkerî (3 wesayitên zirxî yên leşkerî, wesayiteke leşkerî ya veguhestina leşkeran û wesayiteke leşkerî ya ji tîpa Toyota û wesayîteke din a leşkerî ya ji cureya (BMB) hatin rûxandin. Her wiha 15 çete hatin kuştin.

Her wiha Yekîneyên Şehîd Harûn li kombûnên çeteyan xistin, di encamê de hejmarek çete hatin kuştin û birîndarkirin, lê hejmara wan nehat zelalkirin.

Bi şikestina êrişa çeteyan re balafirên şer û balafirên bê mirov yên artêşa Tirk a dagirker ji bo piştevaniya êrişên çeteyan, êrişên xwe yên li ser herêmê zêde kirin. Ev yek careke din piştrast dike ku efserên artêşa Tirk a dagirker odeya çalakiyan a çeteyan bi rêve dibin

Hejmara kuştiyên çeteyan duh gihişt 23’an û 7 çeteyên din jî birîndar bûn.

Îro Duşemê danê sibê, artêşa Tirk a dagirker gundên Girik û Omerek ên girêdayî bajarê Kobanê topbaran kirin, di heman demê de bi tundî êrişên asmanî li ser gundên Mixrebetîn û Seibt ên girêdayî Sirînê û kargeha çîmentoyê ya li derdora Sirîn, ên dikevin başûrê Kobanê, pêk anîn.

Dewleta Tirk a dagirker her dema ku êrişên çeteyên wê têne şikandin, bi armanca bilindkirina moralî wan ku di bin derbên şervanên me de têk diçe, bi balafirên şer û balafirên bê mirov herêmê bombebaran dike."

Navendê li gel daxuyaniyê dîmenên vîdeoyî yên çalakiyên leşkerî yên li dijî êrişên çeteyên dewleta Tirk a dagirker weşand, di dîmenan de rûxandina cih û wesayîtan xuyan dike.

(k)