TEV-DEM: Komkujiya Xezayê sûcekî hovane ye

TEV-DEM`ê komkujiya li djiî gelê Filistînê pêk hatiye şermezar kir. TEV-DEM`ê bang li civakên Îsraîl û Filistînê kir ku ji tecrûbeya Rêveberiya Xweser sûd werbigirin.

TEV-DEM: Komkujiya Xezayê sûcekî hovane ye
18 cotmeh, 2023   11:51

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) têkildarî komkujiya ku duh li nexweşxaneyeke Xezayê pêk hatiye û di encamê de 500 kes hatine kuştin, daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de êriş wekî sûcekî hovane û terorê hat hesibandin û şermezarkirin û hat gotin: “Divê berpirsên wê û yên alîkarî dane wan werin cezakirin. Em texmîn dikin ku li pişt wê hin dewletên herêmî û bi taybetî dewleta Tirk a dagirker heye. Dewleta Tirk di vê warî de xwedî tecrûbeyên mezin e.”

Di dewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku pirsgirêk bi şer û “terorê “ çareser nabin û fikrên neteweperest, olperest û desthilatparêz encamên bi talûke ji bo civakan tînin û wiha dewam kir: “Lê belê tecrûbeya Rêveberiya Xweser bingehê çareseriyan e. Em bang li civakên Îsraîl û Filistînê dikin ku ji vê tecrûbeya demokratîk sûd werbigirin. Divê rêxistinên NY`yî ji bo parastina sivîlan û gihandina alîkariyan destwerdanê bikin û ji bo îlankirina agirbestê bixebitin.”

(c)