Aldar Xelîl: Erdogan hewl dide temenê çeteyan dirêj bike

Aldar Xelîl destnîşan kir ku di van deman de ku rizgarkirina bajarokê Hecînê ji çeteyên DAIŞ`ê nêz bûye, Erdogan gefên dagirkirinê li rojhilatê Firatê dixwe. Armanca wî ji vê yekê ew e ku temenê çeteyan li herêmê dirêj bike. Her wiha diyar kir ku dagirker hewl didin projeya neteweya demokratîk li herêmê têk bibin.

Aldar Xelîl: Erdogan hewl dide temenê çeteyan dirêj bike
12 kanûn, 2018   12:54

NAVENDA NÛÇEYAN

Berpirsê Buroya Têkiliyên Diplomasiyê ya TEV-DEM`ê Aldar Xelîl der barê gefên Erdogan ên li ser rojhilatê Firatê de ji ajansa me ANHA`yê re axivî.

Aldar Xelîl destnîşan kir ku êrîş û gefên Erdogan li ser herêmê nasekinin û wiha got: “Erdogan hewl dide projeyên demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk bibe. Ji ber vê yekê hewl dide bi hemû rê û rêbazan êrîşî herêmê bike.”

Aldar Xelîl der barê gefên Erdogan de ku dê di nava du rojan de êrîşî rojhilatê Firatê bikin, wiha axivî: “Em bi awayekî cidî gefên Erdogan dinirxînin. Îro em van gefan dinirxînin û nîqaş dikin. Dema ku ev gef werin eşkerekirin, dê helwestên me û nêrînên me ji raya giştî re hebin."

Li ser sedema gefên Erdogan, Xelîl wiha got: “Di demekê de ku QSD kete bajarokê Hecînê û dê QSD terorê li erdnîgariya herêmê tune bike, Erdogan dest bi gefan kir. Ew hewl dide rêyekê bibîne û temenê çeteyên DAIŞ`ê dirêj bike. Her kes dizane ku dewleta Tirk piştgiriya terorê dike û bi taybet çeteyên DAIŞ`ê."

Aldar Xelîl wiha dawî li axaftina xwe anî: “Erdogan Ezaz, Cereblus, Bab û Efrîn dagir kirin. Îro bi rêya gefên xwe hewl dide ewlekariya herêmê têk bibe û jiyana hevbeş û biratiya gelan ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tê, têk bibe. Em vê mijarê di vê demê de nîqaş dikin.”

(jo/bx)

ANHA