Wêranî vegera şêniyên gundê El Ebûş ê Til Temirê asteng dike

Şêniyên gundê El Ebûş ê Til Temirê banga sererastkirina malan û vegerandina xizmetguzariyan kir. Ji ber nebûna xizmetguzariyên esasî û destekdayîna mirovî şênî nikarin malên xwe temîr bikin. Ji sed malbatan tenê 4 malbat vegeriyane gund.

10 mijdar, 2026   05:05
HESEKÊ
EBDULXENÎ El HAMAN

Li gorî şahidiya şêniyan, ji sed malbatan tenê 4 malbat vegeriya gundê El Ebûş ê bajarê Til Temirê. Li gund gelek wêranî heye, av û kehrebe tune ne, daxwaz hene ku ji nû ve gund were sererastkirin, ji bo vegerê pêdivî werin dabînkirin.

Gund ji ber êriş û bombebarana dewleta Tirk hatiye talankirin, şênî ji ber êrişan ji gundê xwe derketin, hîn jî mal wêrankirî ne û derfeta madî tune ye, lewma piraniya şêniyan venegeriyane.

VEGER KÊM E Û LÊÇÛNA TEMÎRKIRINÊ GIRAN E

Yek ji kesên ku vegeriyaya gund Xedîce Ebdullah Ebûş ji ANHA`yê re diyar kir ku ev 3 meh e malbata wê vegeriyaye gund, wan hewl daye malê sererast bikin û jiyana xwe vegerînin mîna berê, lê ji ber nebûna xizmetguzariyên esasî û destekdayînê wan nekariye.

Xedîceyê da zanîn ku ji sed malbatên ji gund tenê 4 malbat vegeriyane, ew neçar dimînin ku avê bi pereyan bikirin. Xedîceyê destnîşan kir ku piraniya malan bi awayeke giştî hilweşiyane, hinek mal hene tên sererastkirin, lê xwediyê wê ji ber rewşa madî nikare tamîr bike, lêçûna ji nû ve avakirina malekê 20-30 hezar dolaran dixwaze.

GUNDÊ EL EBÛŞ WÊRAN BÛYE

Yek ji şêniyên gund Ebdulrehman Necim Ebûş da zanîn ku nêzî sed mal wêran bûne, gund vala ye, tenê 4 malbat vegeriyane, girtina rêyan, nebûna av û kehrebeyê û giraniya lêçûna temîrkirinê li hember vegera şêniyan astengiyên herî berbiçav in.

Li gorî Ebdulrehman Ebûş heta niha rêxistinên mirovî ji bo nirxandina pêdiviyan serdana gund nekiriye, gelek şêniyên gund li kamp, dibistan û gundên derdorê ne û li benda rewşeke guncaw a vegerê ne.

Ebûş destnîşan kir ku vegera demkî ya şêniyan îstiqrarê çênake, wêranî heye, mala wî jî bi hacetî temîrkirinê ye, ew jî ji ber rewşa aborî ya zehmet nikare sererast bike.

DAXWAZA DESTWERDANA MIROVÎ

Bi nêzîkbûna zivistanê re metirsiyên malbatan zêde dibin, bi taybet piştî lehiya dawîn.

Xedîceyê da zanîn ku malbata wê di dema lehiyê de bi tirs bû, ew tirsiyan ku mal bi ser wan de hilweşe.

Şêniyên gund bang li rêxistinên mirovî û aliyên peywendîdar kir ku serdana gundê wan bikin, zirar û pêdiviyan bişopînin, ji bo sererastkirina malan û xizmetguzariyên esasî destekê bidin.

(sb)

ANHA