Partiyên siyasî daxwaza çareserkirina krîza sotemenî û elektrîkê kir

Komeke partiyên siyasî daxuyaniyek weşand û rexne li polîtîkayên aborî û mekanîzmayên rêveberiya sektora enerjiyê kirin. Partiyan daxwaza peydakirina sotemeniyê, baştirkirina xizmetguzariyan û kêmkirina zêdebûna buhayan kir.

Partiyên siyasî daxwaza çareserkirina krîza sotemenî û elektrîkê kir
19 hezîran, 2026   15:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Partiyan di daxuyaniya xwe de rexne li polîtîkayên aborî û rêveberiya sektora enerjiyê kirin û diyar kir ku zêdebûna buhayên enerjiyê û kêmbûna hêza kirînê, lêçûna jiyanê zêde kiriye û beşên mezin ên civakê ber bi xizaniyê ve birine. 

Her wiha fikarên xwe li ser mekanîzmayên pêkanîna peymana entegrasyonê ya di navbera Rêveberiya Xweser, QSD û hikumeta demkî ya Sûriyeyê de anîn ziman.

Di daxuyaniyê de kesên ku çavdêriya sektora sotemeniyê dikin, bi nekarîna dabînkirina mazotê ji bo jeneratoran û rêkxistina bazaran hatin tawanbarkirin û hate gotin ku rawestandina jeneratoran bûye sedema rawestandina çalakiyên aborî û kêmbûna xizmetên bingehîn.

Partiyan di çarçoveya peymana entegrasyonê de daxwaza ji nû ve nirxandina sektora xizmetguzarî û enerjiyê, lêpirsînek li ser mekanîzmayên belavkirina sotemeniyê û dabînkirina mazotê ji bo jeneratoran kirin, her weha daxwza çavdêriyê li benzînxaneyan û şîrketên belavkirina sotemeniyê kirin.

Partiyên ku daxuyanî daye:

1- Partiya Komunîst a Kurdistanê

2- Partiya Lîberal a Kurd li Sûriyeyê

3- Tevgera Pêşeroja Kurdistanê

4- Tevgera Nûjen a Kurdistanê

5- Partiya Rêkevtin a Kurdistanê

6- Partiya Guhertina Demokratîk a Kurdistanê

7- Tevgera Çaksaz a Sûriyeyê

8- Partiya Têkoşîna Demokratîk

9- Partiya Muhafezekar a Kurdistanê

10- Partiya Kesk a Demokratîk

11- Partiya Çep a Kurd li Sûriyeyê

(k)