Di merasîma sersaxiya keça xwe de soza şopandina rêya hemû şehîdan da

Malbata şehîd Ronak di merasîma sersaxiyê de teqez kir ku dê heta dawiyê şopdarên rêya wê û apên wê yên şehîd bin.

12 kanûn, 2018   13:17

QAMIŞLO

Bi hezaran şêniyên herêma Dêrikê sersaxî ji malbata şehîd Ronak Adalt re xwest ku li Herêmên Parastina Medyayê şehîd bû.

Şêniyên herêma Dêrikê, navçeyên wê, şervanên YPJ/YPG’ê, hêzên Asayîş û Trafîkê berê xwe da Navenda Şehîd Bawer a Ciwanên Şoreşger da ku sersaxiyê ji malbata şehîd re bixwazin.

Merasîma sersaxiyê bi rêzgirtinê dest pê kir. Paşê bi navê hêzên leşkerî fermandar Mihyedîn Xêrikî axivî û sersaxî ji bo malbata şehîd û şervanên ku ji bo parastina destkeftiyên Bakurê Sûriyê û rizgarkirina şêniyan ji zilm û zora çeteyên DAIŞ`ê di çeperan de şer dikin, xwest. Xêrikî soza şopandina rêya hemû şehîdan heta pêkanîna xewn û xeyalên şehîdan da.

Her wiha di merasîmê de bi navê Kongreya Star, Melisa Malbatên Şehîdan, PYD, Komîteya Amadekar a çalakiya greva birçîbûnê û Meclisa Kampa Newroz axaftin hatin kirin û hate teqezkirin ku dê têkoşîn û berxwedana xwe heta rizgarkirina hemû xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewam bikin.

Bi navê malbata şehîd, bavê şehîd Salih Ehmed axivî û destnîşan kir ku ew bi şehadeta keça xwe ya ku da ser rêya apên xwe yên şehîd, serbilind e.

Di dawiya merasîmê de wesîqeta şehadetê hate xwendin û radestî malbata wê hate kirin.

Merasîma sersaxiyê bi dirûşmeyan bi dawî bû.

(bx)

ANHA