ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 10-11-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 10-11-2026
10 mijdar, 2026   02:00

Endamê Meclisa Giştî ya PYD`ê Ebdulxenî Oso guherandina cihê Rêber Abdullah Ocalan bi gaveke ne têrker pênase kir û daxwaza serbestberdana wî kir. (BI WÊNE Û DÎMEN) 

Şêniyên Çilaxayê daxwaz ji aliyên têkildar kir ku li beramberî qezayên motorsîkletan tedbîran bigirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên gundê El Ebûş ê Til Temirê banga sererastkirina malan û vegerandina xizmetguzariyan kir. Ji ber nebûna xizmetguzariyên esasî û destekdayîna mirovî şênî nikarin malên xwe temîr bikin. Ji sed malbatan tenê 4 malbat vegeriyane gund. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Lêkolînerê Mûhened Eqrawî têkildarî encamên tevgera siyasî ya yekalî ya li Başûrê Kurdistanê hişyarî da û destnîşan kir ku rûniştina li parlamentoyê bêyî erêkirina siyasî pêk hat û ev yek bandorê li yekitî û destkeftiyên Kurdan bike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Barîna barana payîzê dilxweşî li gel cotkar û xwediyên sewalan çêkir, pisporên çandinyê dibêjin barana vê demê ji bo zeviyan û çêrandina sewalan bi sûd e. (BI WÊNE Û DÎMEN)