Nexweşxaneya Mirad alîkariya malbatên şehîdan û xizanan dike

Nexweşxaneya Mirad ku di demên dawîn de li Tirbespiyê hatiye avakirin lêçûna nexweşan a çûna nexweşxaneyên bajarên Dêrik û Qamişloyê radike û alîkariya pêşkêşî malbatên şehîdan û xizanan dike.

Nexweşxaneya Mirad alîkariya malbatên şehîdan û xizanan dike
Nexweşxaneya Mirad alîkariya malbatên şehîdan û xizanan dike
Nexweşxaneya Mirad alîkariya malbatên şehîdan û xizanan dike
Nexweşxaneya Mirad alîkariya malbatên şehîdan û xizanan dike
Nexweşxaneya Mirad alîkariya malbatên şehîdan û xizanan dike
Nexweşxaneya Mirad alîkariya malbatên şehîdan û xizanan dike
Nexweşxaneya Mirad alîkariya malbatên şehîdan û xizanan dike
Nexweşxaneya Mirad alîkariya malbatên şehîdan û xizanan dike
Nexweşxaneya Mirad alîkariya malbatên şehîdan û xizanan dike
9 mijdar, 2026   05:20
QAMIŞLO
RÊNAS REMO

Berî çend salan ji ber nebûna nexweşxaneyan li bajarê Tirbespiyê, nexweş neçar diman biçin nexweşxaneyên li Dêrik û Qamişloyê tedawî bibin. Vê yekê barê wan ê çûn û hatinê giran dikir û hem jî di rê de zehmetî dikişandin.

Lê di demên dawîn de nexweşxaneya taybet a Mirad li bajêr hat vekirin. Nexweşxane bûye qadeke tendurist û ewle ji şêniyan re bi giştî û malbatên şehîdan û xizanan bi taybet.

Tevî klînîkên pispor, nexweşxane ji beşên radyolojî, laboratuwar, zarokan, du odeyên emeliyatên hestî, qeyserî, rakirina malzarok û ziravê, emeliyatên poz, cebirandina hestiyan û yên din pêk tê.

Rêveberê nexweşxaneyê Dr. Ridwan Elî diyar kir ku rêveberî hewl dide di demên pêş qateke serbixwe û taybet ji bo tevahî emeliyetan ava bike da ku hejmareke zêdetir a nexweşxan pêşwazî bike, di heman demê de skanera tomografiya (CT) deyne.

Ridwan Elî anî ziman ku nexweşxane bê pere li malbatên şehîdan dinêre û derman dike û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Bi xizanan re jî dibe alîkar. Gelek caran emeliyat, tehlîl û derman belaş e."

Şêniyên herêmê ji nexweşxaneya Mirad razî ne, paqije û dan û standina wan bi nexweşan re baş e.

Dr. Ridwan Elî ji şêniyan xwest ku kêmasî li nexweşxane hebin dikarin serî li rêveberiya nexweşxaneyê bidin.

(np)

ANHA