Çîgdem Dogû: Niha dema Xweparastına jinane

Endama Konseya Rêveber a KJK'ê Çîgdem Dogû anî ziman ku meha Mijdarê dema me ye. Niha dema jinê ye. Niha dema xweparastina jinê ye. Niha dema avakirina jiyana azad a jinê ye. Niha dema hesabpirsîna ji tundiya ji sîstema bi serweriya mêr e.

Çîgdem Dogû: Niha dema Xweparastına jinane
10 mijdar, 2026   09:12
NAVENDA NÛÇEYAN 

Endama Konseya Rêveber a KJK'ê Çîgdem Dogû beşdarî bernameya taybet a televîzyona Medya Haberê bû û Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku ji aliyê Rêber Apo ve hatiye destpêkirin û tundiya li hemberî jinê nirxand.

Di destpêka axaftina xwe de bi bîr xist ku ew nêzî salvegera 27'3e Mijdarê dibin, bi vê wesîleyê salvegera 27'ê Mijdarê li Rêber Apo, gelê Kurd pîroz kir û cangorî hemû bi hezkirin, hurmet û minet bi bîr anî.

Her wiha bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşînê ya Navneteweyî ya li dijî Tundiya li Jinê jî jinên hatin qetilkirin hemû bi bîr anî.

Çîgdem Dogû bi nirxandina rewşa heyî ya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk dest bi axaftina xwe kir û got, "Bêguman pêvajoyek heye û gelekî tê nîqaşkirin. Hinek dibêje 'baş dimeşe û li ser rêya xwe ye'. Em jî dinirxînin. Ya rast pêvajoyeke ku di cihê xwe de ye, rawestiyayî ye. Baş û li ser rêya xwe nameşe. Bêguman zor û zehmetiyên wê hene, karên ku nehatine kirin hene. Ji ber vê jî em qala hebûna pêvjoyekê dikin, lê belê ev pêvajo çiqasî bi pêş ve çûye, çiqasî bi erênî bi rê ve diçe, ev hemî mijareke cihê nîqaşê ye. Lewma gava em ji aliyê rêxistinê ve dinirxînin, pêvajoyeke sekinî dibînin. Pêvajoyeke welê ye ku xera nebûye, lê belê çalak jî nîne."

Ji bo pirsa "Gelo hinekî ji demê re tê hiştin?" Çîgdem Dogû ev bersiv da:

"Belê, ji demê re tê hiştin. Lê belê ev rewşa hiştina ji demê re xwedî gelek xeteriyan e. Bi vî rengî bibêjim, we jî pirsîn. Ji bo Rêber Apo dibêjin, derbasî cihekî nû bûye. Belê, bi qasî ku em jî zanin derbasî cihekî nû bûye. Lê belê li ser vê yekê şerekî taybet tê meşandin. Berî çend rojan Umît Ozdag daxuyaniyek da. Digot, 'Ya rast azad bûye, lê belê hikumeta AKP'ê zehmetiyê dikişîne ku vê eşkere bike'. Bêguman rewşeke bi vî rengî nîne. Ya rast cihê nû ye lê belê ew cih jî dîsa bi şêweyê dewama statuya zindanê ye. Tiştekî ku bibêje 'Rêber Apo azad bûye, bi azadî tevdigere' nîne. Bêguman di çarçoveya vê pêvajoyê de ya esas ew e ku Rêber Apo azad bibe, xwedî mercên azad ên karkirinê be.

Ji bo pêvajo obi pêş ve biçe û bigihêje encameke erênî, rastiya esasî ev e. Em weke tevger ji vê esasê li mijarê dinihêrin. Pêvajoyeke ku Rêber Apo lê ne azad e, nikare bi rengekî azad bixebite, bi çalak û bandor beşdar bibe, ew pêvajo pêş ve naçe. Mercên objektîf ên pêşveçûnê bi vî rengî nepêkan e. Ji vî alî ve wateya siyasî ya derbasbûna li cihê nû ev e: Desteyek heye. Bi fermî hate ragihandin ku ev deste ava bûye. Hate ragihandin jî. Lê navê wê hate guhertin, weke desteya bêçekbûnê hate gotin. Rêber Apo ji vê re got Desteya Aştî û Siyasîbûnê û di vê desteyê de divê Rêber Apo weke Koordînatorê Aştî û Siyasîbûnê cih bigire. Mijara esasî ya tê nîqaşkirin ev e. Wateya 'cihê nû' tenê bi vî rengî dibe. Ji ber ku bi esasî divê Rêber Apo azad bibe.

Dema ku Rêber Apo bi rengê koordînatoriyê, bi awayekî çalak di nava vê desteyê de cih girt û xebitî hingî cihê nû dibe xwedî wateyekê. Qala 'Hiqûqa xwişk û biratiyê ya vê pêvajoya aştiyê' tê kirin. Ji bo ev pêvajo bi rengekî çê û erênî bi pêş ve biçe, divê Rêber Apo bi fermî û ji aliyê her kesî ve tê zanîn cih bigire, karibe hevdîtinê bi rojnamevanan, akademîsyenan, siyasetmedaran, bi kesên li derve dikarin di nava Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de bi rolê rabe hevdîtinê bike, nîqaşan bike û li ser vê bingehê fikir, nêrîn, nêzîkatî, stratejiya Rêber Apo bigihêje derdorên berfireh. Divê rewşeke bi vî rengî bê afirandin. Lê belê ti ji wan nehatiye kirin."

Çîgdem Dogû bal kişand ser girîngiya pêkhatina hevdîtina Rêber Apo ya bi rojnamevanan re û got, "Bêguman eger tiştekî bi vî rengî pêk were wê gelekî baş be. Ji xwe pêvajoyeke ji 50 salî heye -Rêber Apo timî got-, me şerekî gelekî giran derbas kir. Bi herdu aliyan re pêşhikum, tirs li hemberî hev heye. Ev yek ji bo herdu aliyan derbas dibe. Ji bo gelê Kurd jî ji bo gelên Tirkiyeyê jî derbasdar e. Lewma pêwîstiyeke gelekî cidî pê heye ku ev atmosfer bê guhertin. Ev ê çawa biguhere? Dema em li hikumet û dewletê dinihêrin, dibînin ku divê ev nêzîkatî hîn bêhtir bê dîtin û şênber bibe. Ji aliyê civakîbûna aştiyê ve afirandina atmosfereke bi vî rengî girîng e. Divê tirs ji holê bên rakirin, em hevdu hîn baştir nas bikin û têkilî zelal bin. Herdu alî çiqasî dikarin bi hev re biaxivin, derdê xwe ji hev re bibêjin? Stratejiya me çi ye? Mînak, stratejiya komara demokratîk çi ye?

Ez ji dil ji vê yekê bawer dikim. Bila Rêber Apo hevdîtinê bi rojnamevanan re bike, bi derdorên cud re bike, bi rengekî eşkere û hêsan karibe nêrînên xwe li derdorê belav bike. Bila karibe ji raya giştî ya Tirkiyeyê re biaxive. Ez bawer dikim ku di rewşeke bi vî rengî de wê gelên Tirkiyeyê Rêbertî fêhm bikin. Wê fêhm bikin bê Rêbertî dixwaze çi bibêje, komara demokratîk tê çi wateyê.

Mebesta me ji neteweya demokratîk parçekirina Tirkiyeyê nîne. Em naxwazin vî welatî parçe bikin. Pênaseya terorê jî ji xwe li ser vê cihêkariyê bi giranî tê bilêvkirin. Gelo neteweya demokratîk, komara demokratîk, civaka demokratîk wê zerarê bide kê? Mînak li gundekî Afyonê, Edîrneyê, Sînopê, Antalyayê, li bajarekî Tirkiyeyê wê ev yek çi zerarê bide jinekê, mêrekî, malbatekê, ciwanekî?

AŞTÎ ZERARÊ NADE KESÎ

Wê atmosfereke welê biafire ku zerarê nade kesî, Tirkiyeyê hîn mezin dike, jiyana hevpar a gelên Tirkiyeyê mezin dike, jiyana demokratîk, jiyana bi hev re bêhtir tê fêhmkirin, pêşhikum û tirs ji holê radibin û mesafe bi dawî dibe. Em ji vê yekê bawer dikin. Lewma li gel derbasbûna cihê nû avêtina van gavan pêwîstiyek e. Divê mirov ji demokrasiyê netirse. Ji bo çi ji aştiyê bitirse? Mirov bi rastî jî difikire, mirov çima ji aliytê bitirse? Rast e, şerek hebû. Kurd dihatin înkarkirin. Ji bo bidawîkirina vê rastiya înkarê ev yek weke mecbûriyetekê derket holê.

Rêber Apo van bi eşkere anî ziman û tîne ziman. Belê şer hate kirin, gihîşt vê astê. Lê êdî dema aştiyê ye, dema xwişk û biratiyê ye. Lê belê di çapemeniyê de jî bi israr nêzîkatiyên bi vî rengî tê dîtin. Em bi hin siyasetmedaran re vê dibînin. Li aliyê din ji aliyê hikumeta AKP'ê ve ku li desthilatdariyê ye rewşeke tirsê heye. Divê mirov li vê derê bi giranî li bersiva pirsa; çima bi pêş ve naçe bigere. Tirsek heye. Aştî pêk were wê çi bê windakirin? Mînak eger aştî hebe wê dewleta Tirkiyeyê çi winda bike? Berevajî windakirinê wê hîn bêhtir qezenç bike. Hem ji aliyê dewletê, hem ji aliyê aboriyê, hem ji aliyê siyasî hem jî ji aliyê gelan ve û pêşvebirina siyaset û çanda jiyaneke demokratîk gelek tişt bêne qezençkirin."

DEMOKRASÎ WÊ BI HER KESÎ BIDE QEZENÇKIRIN

Endama Koordînasyona KJK'ê Çîgdem Dogû ragihand ku ev pirsgirêk Rojava jî eleqedar dike, Sûriyeyê jî eleqedar dike, Başûr û Iraqê jî eleqedar dike, Rojhilat û Îranê jî yekser eleqedar dike û got, "Qadeke bandorê ya gelekî cidî ya vê yekê heye. Pirsgirêkeke ji gelek qonaxî pêk tê. Lewma di hewldana çareserkirina vê pirsgirêka berfireh de gelekî şaş e ku rol û mîsyona Rêber Apo neyê dîtin, ji rêzê bê nîşandan û ji aliyê hinekan ve weke dijminane bê nîşandan. Ev yek xwedî wê potansiyeleke xetere ye ku bibe sedema windakirina vê pêvajoya dîrokî. Jİ ber vê divê her kes rola Rêber Apo ya ji aliyê Koordînatoriya Aştî û Siyasîbûnê bibîne. Girîng e vê yekê weke rastiyeke eşkere, fermî, rewa bibîne, nas bike û ji vê bawer bike. Ev yek wê bi rastî jî asayîbûnekê bi xwe re bîne. Bi dîtina min, her kesên ku nêrînên Rêbertî fêhm bike, nas bike wê tevlî vê bibe. Lewma girîng e bi vî rengî pêşî li pêvajoyê bê vekirin. Divê gav bi lez werin avêtin. Tenê bi gotina, 'Pêvajo baş dimeşe' nabe, ya herî baş ew e ku bi avêtina gavan pêvajo bê pêşvebirin.

Demokrasî wê bi her kesî bide qezençkirin, aştî wê bi her kesî bide qezençkirin. ji ber vê jî bila ji demokrasî, aştî û çareseriyê netirsin. Eger wê komareke nû ava bibe, ev komar wê bi bidawîkirina tirsên me derkeve holê. Bila muxalefet jî ji vê netirse. Mirovên li nava civakê, karker, kedkar ji vê netirsin. Pêvajoyeke bi vî rengî dikare bi şêweyekî hevpar bê pêşvebirin."

PIRSGIRÊKA SERWERIYA MÊR

Çîgdem Dogû beşek ji axaftina xwe ji mijara 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li dijî Tundiya li Jinê re veqetand û got, "Dema ku em 25'ê Mijdarê nîqaş dikin timî dibêjin pirsgirêka jinê. Rêbertî herî dawî ev yek got; pirsgirêka jinê nîne. Ya ku veguherandiye pirsgirêkê rastiya serweriya mêr e, pirsgirêke mêr ê serwer heye. Lewma dema ku 25'ê Mijdarê hate nirxandin, têkoşîna li hemberî tundiya li jinê hate nirxandin divê li ser vê esasê be. Li holê pirsgirêkeke mêr heye. Kiriye kujer! Bêguman ji bo hemû mêran nabêjim, ji bo yên vê dikin dibêjim. Ji bo rastiya ku bûye xwedî çanda serweriya mêr dibêjim. Lewma bila rast bê fêhmkirin. Pirsgirêkeke bi vî rengî ya mêr heye."

Endama Koordînasyona KJK'ê Çîgdem Dogû anî ziman ku bedena jinê bi giştî di bin êrişê de ye û ev nirxandin kir: "Bi rastî jî parçe parçe bûye. Di ser bedewiya wê re êriş lê tê kirin. Qadên herî zêde li cîhanê hatineyê bi xwe re tîne yek endustriya şer e, yek jî endustiriya bedewiyê, kozmetîkê ye. Qadeke ewçend mezin a bazarê hatiye afirandin. Çima? Ji bo jin xwe bi mêr bide ecibandin. Ev tiştekî gelekî xetere ye. Di vir de gef li ser tenduristiya min heye, ne welê? Ewqas emeliyatên estetîk, ewqasî makyaj. Ev yek qadên cuda yên bazarê jî bi xwe re tîne. Tu di vir de bi temamî weke tiştekî ye. Ev bi xwe tundî ye.

DIVÊ JIN PÎVANÊN XWE YÊN JIYANA AZAD BI XWE BIAFIRÎNIN

Girîng e jin pîvanên xwe yên jiyanê, pîvanên xwe yên exlaqî, pîvanên xwe yên estetîkê bi xwe biafirînin. Pîvanên xwe yên jiyana azad... Di vir de parastinek min heye? Nîne.

Ji aliyê perwerdeyê ve jî, yên herî zêde ji perwerdeyê bêpar dimînin kî ne? Jin nîne? Zayenda jinê ye. Di vir de ez çawa dikarim bêyî ku xwe mecbûrî dewlet û mêr ê serwer bikim, xwe perwerde bikim, sîstema jiyanê çawa dikarim biafirînim? Ji aliyê aboryê ve jî bi vî rengî ye, ji aliyê perwerde û tenduristiyê ve jî bi vî rengî ye.

Di hunerê de jî gelekî girîng e. Mînak, çanda jineke azad çawa dikarim biafirînim? Rastiyeke mêr heye ku ewqasî bi nav çirava tundiyê ve çûye. Mêr ê azad û nû wê çawa be? Mînak, huner divê qala vê bike. Hunera bi pêşengiya jinê bê kirin divê vebêje bê mêr ê îdeal divê çawa be, jin a îdeal divê çawa be, di têkiliyên jin û mêr de divê demokrasî, wekhevî û azadî çawa be? Li hemberî jinê tundî heye, em vê dibînin. Em bi vê zanin. Lê belê divê em giraniyê bidin ser wê mijarê ku vê tundiyê çawa dikarin ji holê rakin. Bi dîtina min karên hunerê dikarin gelek tiştan bike. Di têkoşîna li hemberî tundiya li jinê de divê aliyê vê yê hunerî hebe. Li aliyê din ji aliyê fîzîkî ve çawa dikarim xwe biparêzim? Qadên ku van ava bikin. Mînak avakirina komînan... Komîneke tenduristiyê, komîneke estetîkê ji aliyê afirandina pîvanên me ve. Divê komînên wekheviyê bêne avakirin. Mînak li hemberî tundiyê li ser bingeha jinûve lêpirsîna li rastiya malbatê komînên malbata demokratîk dikarin bêne avakirin.

JI KU TÊ BILA BÊ DIVÊ JIN BERSIVÊ BIDIN HEMÛ ÊRIŞAN

Bala xwe bidinê, li tevahiya cîhanê tê gotin,'rastgirî bilind dibe'. Ya rast vê jî bi armanca afirandina atmosferekê dikin. Bingeha vê bi çi dadigirin? Li ser avaniya klasîk a malbatê vê dikin. Wezîfeyên klasîk ên jinbûyînê hene. Mêr ê klasîk, tiştên em pê zanin. Rastiyeke welê ye ku vê yekê dide qebûlkirin. Weke alternatîfa li vê, têkiliyên jin û mêr divê çawa be? Îdeala vê divê çawa bê afirandin? Li ser vê yekê çima komîn neyên avakirin? Bi dîtina min her yek ji van hîmekî xweparastinê ye. Her yek jê lingekî wê yê bingehîn e. Li gel vê yekê, dema ku jinek li tundiya fîzîkî rast hat wê çawa karibe xwe biparêze? Bi rastî jî mînakên metirsîdar hene. Her cara ku em dibînin em jê bi bandor dibin. Li naverastê bi çekê, bi kêrê li jinê tê xistin. Lê belê jin nikare tiştekî bike, gelekî bêparastin e. Çima? Bila jin di spora lêdanê de xwe bi pêş ve bibin.

Xweparastin nayê wê wateyê ku 'illehî ez ê jî rahêjim çekê û şer bikim'. Dema ku pêwîstî pê çêbû, ji xwe qanûn jî rê dide vê yekê. Dema ku êrişeke kujer li hemberî te hate kirin, eger pêwîstî pê çêbû tu jî dikare xwe di asta parastina rewa de xwe biparêze. Lê belê ji bilî vê yekê ji ku tê bila bê dema ku êrişek hat tu yê bersiva vê bide. Ne tenê parastin, tu yê jî derbê lê bixe ku nikaribe êrişî te bike. Tu yê bibe ew hêz ku ji êrişê vegerîne. Ji aliyê şexsî ve dibêjim, lê belê bi dîtina min jin ên ciwan dikarin komên xweparastinê ava bikin. Li taxan, li bajaran bila xwe biparêzin. Dema ku tiştek bi yekê kir bila hemû biçe, hev biparêzin. Bi rengê komînî bersivê bidin. Bi vî rengî ji rewşa bêçaretiyê rizgar bibe û hesab bipirse. Yek li jinê xist, em jî dehan lê bixin. Bila jin deh caran lê bixe. Di heman demê de weke ku min beriya niha got, eger em xwe bigihînin wê asta rêxistinbûnê ku jiyana azad ava dike, akademî, komînên xwe ava dike, hingî wê pêşî li tundiyê bê girtin.

NIHA DEMA XWEPARASTINA JINÊ YE

Em dikevin 25'ê Mijdarê. Weke KJK wateyeke gelekî taybet didin 25'ê Mijdarê. Li her qadê ne tenê bi wesîleya rojekê, bila bibe hefte, 10 roj, mehek. Bila çandeke bi vî rengî biafirîne. Di nava wê mehê de bala me hîn bêhtir bila li ser tundiya li hemberî jinê be. Mînak em karê perwerdeyê bikin, protestoyan bikin, jinan yek bi yek bi bîr bînin. Hemû jinên ji aliyê sîstema bi serweriya mêr ve hatin qetilkirin nav bi nav bi bîr bînin, xwedî li wan derkevin. Û stratejiya xwe ya têkoşînê nîqaş bikin, perwerdeyê bibînin. Weke KJK navê pêngava me 'Niha dema jinê ye'. Di heman demê de ev meha Mijdarê dema me ye. Niha dema jinê ye. Niha dema xweparastina jinê ye. Niha dema avakirina jiyana azad a jinê ye. Niha dema hesabpirsîna ji tundiya ji sîstema bi serweriya mêr e.

Divê em meha Mijdarê bi vî rengî, binirxînin, bi taybetî 25'ê Mijdarê bi şêweyekî gelekî xurt binirxînin. Ji bo vê jî em çalakiyên cihêreng lidar bixin. Dixwazim bi taybetî ji bo jinên Kurd û hemû jinên Tirkiyeyê vê destnîşan bikim. Di Pêvajoay Aştî û Civaka Demokratîk de hevrêyên me yên jin, dostên me yên Tirkkiyeyî ji bo me gelekî hêja ne. Gelekî girîng e ku em vê tifaqa bingehîn bi vî rengî pêk bînin û têkoşîna aştiyê bimeşînin. Di heman demê de ji bo tevahiya jinên li Rojhialta Navîn û cîhanê pêvajoyeke gelekî xurt a çalakiyan bidin meşandin. Li dijî serweriya mêr em helwesta xwe û têkoşîna xwe hîn bilind bikin."