Deriyê di navbera Îran û Iraqê de vebû

Serokê Desteya Deriyên Sînorî yê Iraqê ragihand ku deriyê sînor yê Şêb ji saet heştê vê sibehê ve hatiye vekirin. Li hember vê yekê, biryar hat girtin ku deriyê sînorî yê Mendelî ji roja înê ve bi awayekî demkî were girtin.

Deriyê di navbera Îran û Iraqê de vebû
10 mijdar, 2026   11:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Desteya Deriyên Sînorî yên Iraqê Omer Waîlî, derbarê vekirina deriyê Şêb û girtina deriyê Mendelî de daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku ji saet heştê sibeha îro ve, deriyê sînorî yê Şêb li pêşberî bazirgan û şofêran hatiye vekirin.

Waîlî destnîşan kir ku di 13’ê vê mehê de deriyê Mendelî dê bi awayekî demkî were girtin. Ev pêngav bi armanca temamkirina karên teknîkî û amadekariyên çêkirinê pêk tê; bi taybetî bi nêzîkbûna werza baranê û rewşa avhewayê re ku bandorê li ser çûnûhatina wesayîtan û karên di hundirê deriyê sînorî de dike.

Her wiha eşkere kir ku ev tedbîr di çarçoveya plana desteyê de ne ji bo amadekirina deriyên sînorî û çareserkirina pêdiviyên teknîkî û xizmetguzariyê, bi awayekî ku berdewamiya karên wan bi rêkûpêk û ewle dabîn bike. Dema vekirina deriyê Mendelî jî dê piştî bidawîbûna karên pêwîst bi daxuyaniyekê were ragihandin.

Hêjayî gotinê ye ku deriyê Şêb ê li sînorê parêzgeha Mîsanê di 21’ê meha borî de bi awayekî fermî hatibû girtin. Hikûmeta Iraqê ragihandibû ku girtina deriyî ji ber qaçaxçîtiya drav û dermanan bûye. Ji wê demê heta duh jî welatiyên parêzgehê xwepêşandan li dar dixistin û daxwaza vekirina derî dikirin.