Sûriye û Urdunê 11 peymanên tevkariyê îmze kirin

El Şeybanî û El Sefedî piştî hevdîtinê, îmzekirina 11 peymanên tevkariyê û avakirina komîteyeke ji bo lêkolînkirina bûyerên Derayê ragihandin.

Sûriye û Urdunê 11 peymanên tevkariyê îmze kirin
9 mijdar, 2026   17:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Li ser vexwendineke fermî, wezîrê karên derve yê Urdunê Eymen El Sefedî vê sibehê gihaşt Şamê da ku beşdarî civîna sêyemîn a Konseya Tevkariyê ya Bilind a Sûriye-Urdunê bibe.

Civîn bi beşdariya rayedarên her du welatan li koşa Tişrînê pêk hat. Piştî civînê wezîrê karên derve yê hikumeta veguhêz a Sûriyeyê Eseed El Şeybanî û wezîrê karên derve yê Urdunê Eymen El Sefedî civîneke çapameniyê li dar xist û encamên hevdîtinê aşkera kirin.

El Şeybanî diyar kir ku têkiliyên Sûriye-Urdunî xwe dispêrin têkiliyên malbatî, dîroka hevbeş û yek çarenûsê. Her wiha destnîşan kir ku ji 22 wezîran 20 wezîrên Sûriyeyê beşdarî tevkariya rasterast a ligel Urdunê bûne.

El Şeybanî bal kişand ser têkiliyên bazirganiyê yên di navbera Sûriye û Urdunê de û ragihand ku pevguhertina bazirganiyê di salekê de 3 qatî zêde bû û gihaşt 330 mîlyon dolarî. El Şeybanî aşkera kir ku ji destpêka çilya aborî ve gaz di rêya Urdunê re gihaşt stasyonên hilbirîna ceyranê yên Sûriyeyê û ji bilî vê yekê jî her du welat ji bo pevguhertina daneyên avê platformên avê xebitîn.

El Şeybanî îşaret pê kir ku têkiliyên Şam û Emanê projeyên hevpar di gelek waran de dihewîne û got, Konseya Tevkariya Bilind çarçoveyeke rêxistinkirî ya têkiliyên du alî ye û di dema guhertin û veguhertinên mercan de di parastinê de dibe alîkar. Her wiha diyar kir ku Sûriye pabendî siyaseta  cîrantiya baş, rêzgirtina dualî li hemberî serweriyê, diyalog û şefafiyetê ye.

Eseed El Şeybanî aşkera kir ku her du welatan 11 belgeyên tevkariyê di nav de, lihevkirin, bernameyên bicihanînê, û protokol di warên cûrbecûr de îmze kirin.

Der barê bûyerên li parêzgeha Derayê qewimîn de jî, El Şeybanî got Urdunê ku têgihîştin nîşan da, bi lez û biryardarî tevgeriya da ku çareser bike. El Şeybanî li ser vê mijarê ev agahî dan "Komîteyek hevbeş a ewlehî û teknîkî hatiye avakirin da ku rastiyan lêkolîn bike û şert û mercên bûyeran diyar bike, di heman demê ji bo dayîna tazîmetan ji mexdûrên êrişên re bixebite."

Wezîrê karên derve yê Urdunê Eymen El Sefedî jî anî ziman ku têkiliyên Sûriye û Urdunê di wijdanên her du gelan de bi kûr in û got, welatê wî dê li kêleka Sûriyeyê disekine û di mercên zehmet û ji nû ve avakirina welat de destekê bide wê.

El Sefedî destnîşan kir ku têkiliyên her du welatan ber bi avakirina hevkariyek temamker ve diçin ku "çarenûs û dîrokek hevpar nîşan dide." Her wiha got, Sûriye, du sal piştî hilweşîna rejîma berê, di rewşek baştir de ye.

El Sefedî anî ziman ku ewlehiya Sûriyeyê di heman demê de ewlehiya Urdunê ye û aramiya wê aramiya Urdunê ye û wiha domand: "Li dijî pirsgirêkên ewlehiyê, di serî de têkoşîna li dijî bazirganiya narkotîkê dê hevkariya di navbera her du welatan de berdewam bike. Ev pirsgirêk xetereyeke hevepar e ku li dijî wê jî têkoşîneke hevpar hewce dike."

 Wezîrê Urdunê destnîşan kir ku îmzekirina 11 peymanên hevkariyê pêşketina têkiliyên dualî de nîşan dide û got, tiştê ku heta niha hatiye bidestxistin nayê wateya rawestandinê, ji ber ku her du welat dixwazin hevkarî û hevrêziyê di qadên cûda berfireh bikin.

Têkildarî zêdegaviyên Îsraîlê yên li Sûriyeyê jî got Urdun li dijî zêdegaviyên Îsraîlê li kêleka Sûriyeyê disekine. Bang li civata navneteweyî kir ku zêdegaviyên Îsraîlê rawestîne beriya ku herêmê ber bi şerekî ve bikişîne ku dê encamên pir xirab bi xwe re bînin.

Têkildarî êrişa Urdunê ya li ser Derayê jî El Sefedî mixabiniya welatê xwe anî ziman û sersaxî da malbatên êrişê û ev tişt bi lêv kir: "Çawa xwîna urduniyan hêja ye, xwîna sûriyeyî jî hêja ye. Jiyan sûriyeyî biha ye mîna ku ya urdunî biha ye."

(bb)