Piştî pevçûnan li Wadî Bereda aramî çêbû

Piştî pevçûnên ku duh (9 Mijdar) li Wadî Bereda ya gundewarê Şamê rû daye, li herêmê aramî çêbûye û hêzên ewlehiyê li seranserî herêmê belav bûye.

Piştî pevçûnan li Wadî Bereda aramî çêbû
10 mijdar, 2026   09:54
ŞAM

Nûçegehanên ajansa me diyar kirin ku piştî pevçûnên duh di navbera Hêzên Ewlekariya Hundirîn û komên çekdar ê nenas, vê sibehê bi awayeke girseyî hêzên ewlekariyê derbasî herêma Wadî Bereda yê gundewarê Şamê bûn û li herêmê hatin belavkirin. 

Hîn zirarên ku ji ber pevçûnan derketine holê nehatine diyarkirin, Hêzên Ewlekariya Hundirîn jî der barê bûyerê de tu daxuyanî nedane.

Li gorî agahiyên hatine parvekirin, piştî hatina Hêzên Ewlekariyê ji bo herêmê, herêm aram bûye.

(sb)

ANHA