Fewaz Xeyo: Demokrasî bi avakirina têgeha hemwelatîbûnê dest pê dike

Nivîskar û rojnamevan Fewaz Xeyo diyar ku avakirina demokrasiyê bi avakirina têgeha hemwelatîbûnê dest pê dike. Her wiha diyar kir ku derbaskirina dabeşbûnên mezhebî û etnîk bingeha avakirina dewleteke hiqûqî û saziyan e.

Fewaz Xeyo: Demokrasî bi avakirina têgeha hemwelatîbûnê dest pê dike
25 gulan, 2026   03:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Nîqaşên li ser siberoja siyasî ya Sûriyeyê û îhtîmala veguhastina bo pergaleke demokratîk ku mafên hemû pêkhateyan garantî dike, berdewam dikin. Der barê mijarê de ajansa me hevpeyvînek bi nivîskar û rojnamevanê sûriyeyî Fewaz Xeyo yê ji Siwêdayê re pêk anî. 

Di destpêka hevpeyvînê de, Xeyo diyar kir ku gava yekem ber bi demokratîkkirina Sûriyeyê ve ew e ku “tu beşek an etnîsîteya gelê Sûriyeyê neyê dûrxistin an jî paşguhkirin". Xeyo destnîşan kir ku sûriyeyiyan di salên şer de bedelên giran dane ku vê jî hêviyên wan ji bo avakirina dewleteke dadperwer û demokratîk zêde kirine.

‘DIVÊ JÊHATÎBÛN DI SER DILSOZIYÊ RE BE’

Xeyo li ser rewş û siberoja demokrasiyê li Sûriyeyê axivî û diyar kir ku astengiya herî mezin a ku rê li ber veguherîna demokratîk digire “dilsoziyên mezhebî û etnîk di ser hemwelatûbûnê re tên girtin". Xeyo got têgihîştina di nav hin sûriyeyiyan de ku divê hêz tenê ji mezhebekê têkve destê mezhebek din, dabeşbûnê kûrtir dike û têgeha dewleteke yekgirtî ji bo hemû sûriyeyiyan tehdît dike.

Xeyo diyar kir ku ji bo avakirina dewletek hiqûq û saziyan “divê jêhatîbûn di ser dilsoziyê re were girtin" û rexne li serdestiya kesayetên olî an kevneşopî li ser biryardanê de di nav hin saziyan de kir. Xeyo da zanîn kir ku dewletên nûjen ne li ser "desthilata şêxan" lê li ser jêhatîbûn, saziyan û serdestiya hiqûqê têne avakirin.

DESTÛR Û HILBIJARTIN

Der barê destûr û hilbijartinan de, Xayo diyar kir ku hebûne destûrek rastîn ku xetên sor destnîşan dike û serdestiya hiqûqê garantî dike, bingeha aramiyê û avakirina baweriyê di navbera welatiyan û dewletê de ye. Her wiha bal kişand ser girîngiya hebûna çapemeniya azad û dadweriyeke serbixwe.

Xeyo her wiha destnîşan kir ku di çarçoveya neteweyeke bi rastî demokratîk de ku her welatiyek dibe "piraniyek bi serê xwe", tu wateya peyva "kêmneteweyan" namîne. Wî li ser vê mijarê ezmûnên welatên pir-etnîkî û pir-olî yên wekî Hindistan û Swîsreyê bi bîr xist. 

‘MEDYAYA AZAD ŞIRÎKA BIRYARDANÊ YE’

Xeyo diyar kir ku medyaya rastîn ew e ku “peyama gel digihîne rayedaran, ne berevajî vê yekê" û da zanîn ku medyaya azad şirîka sereke ye di biryardanê û aşkerakirina rastiyê de ye. 

(k)

ANHA