Di teqîna li kargeha HABAŞ’ê ya li Îzmîrê de 16 kesan jiyana xwe ji dest dan

Li navçeya Aliaga ya Îzmîrê di Kargeha Hesin û Polayê ya HABAŞ’ê de teqînek pêk hat. Serokomarê Tirkiyeyê Erdogan diyar kir ku hejmara kesên di teqînê de jiyana xwe ji dest dane derketiye 16 kesan.

Di teqîna li kargeha HABAŞ’ê ya li Îzmîrê de 16 kesan jiyana xwe ji dest dan
9 mijdar, 2026   21:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Li navçeya Aliaga ya Îzmirê di Kargeha Hesin û Polayê ya HABAŞê de teqînek pêk hat. Piştî teqînê, ji ber şewata ku li fabrîkayê derket dûmanekî zêde bilind bû. Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan piştî Civîna Kabîneyê di derbarê teqînê de axivî. Erdogan diyar kir ku hejmar kesên ku di teqînê de jiyana xwe ji dest dane derketiye 16 kesan.

Wezîrê Karên Navxweyî ragihand ku birîndarên birine nexweşxaneyê û Wezîr Çîftçî ev agahî dan: “Li Aliaga ya Îzmirê, di Kargeha Hesin û Polayê ya HABAŞ’ê de teqînek pêk hat û li ser vê yekê şewat derket. Ji deqeya yekem a bûyerê ve hemû yekîneyên me yên têkildar bi awayekî koordine di qadê de xebatên lêgerîn, vemirandin û destwerdanê bênavber didomînin. Karkerên birîndar sewqî nexweşxaneyan hatine kirin û rewşa wan a tenduristiyê ji nêz ve tê şopandin."

Wezîrê Tenduristiyê Kemal Memîşoglû jî ev tişt anîn ziman: “Di bûyera ku qewimî de mixabin welatiyekî me jiyana xwe ji dest da. Ji welatiyê me yê ku jiyana xwe ji dest daye re ji Xwedê rehmê, ji malbata wî ya xemgîn û nêzîkên wî re serxweşiyê dixwazim. Ji 15 welatiyên me yên birîndar rewşa 3 kesan giran e û tedawiya wan li nexweşxaneyên me berdewam dike. Tîmên me li herêmê di rewşa hişyariyê de ne û pêvajoyê ji nêz ve dişopînin.”