Hikumeta veguhêz: Belavkirina mazotê li 3 parêzgehan dest pê kiriye

Berpirsekî hikumeta veguhêz da zanîn ku li 3 parêzgehan dest bi belavkirina mazotê kirine û di navbera 3 mehan de dê mazotê li milyonek malbatî belav bikin. Lîtreya mazotê bi 115 lîreyê nû ye.

Hikumeta veguhêz: Belavkirina mazotê li 3 parêzgehan dest pê kiriye
9 mijdar, 2026   14:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gelek herêmên Sûriyeyê krîza mazotê heye. Zivistan nêz dibe û mazot biha ye. Mazot li benzînxaneyan jî peyda nabe.

Saziyên hikumeta veguhêz îro (duşem) da zanîn ku wan li parêzgeha Hema, Derayê û Tertûsê dest bi belavkirina mazotê kiriye. Li gorî rêveberê Komîteya Enerjiyê ya parlamentoya Sûriyeyê Iqbal Mensûr dê di navbera 3 mehan de mazot li hemû parêzgehên Sûriyeyê were belavkirin.

Iqbal Mensûr daxuyanî da kanaleke televîzyonê û got ew ê di plansaziya xwe de sed milyon lître mazotê li nêzî milyonek malbatan belav bikin. Parêzgeh, nivîsgehên rêveber û rêveberiyên herêman belavkirina mazotê dişopînin.

Her malbatek dê sed lîtreyî bi 11 hezar û 500 lîreyê nû bikire lê ev têrê nake.

Rêveberiya Xweser her sal di havînê de li Hesekê, Reqa, Dêrazor û Kobanê dest bi belavkirina mazotê dikir. Her malbatekê 300 lître werdigirt û lître bi hezar û 50 lîreyê kevn bû. Mazot bi kartan bi rêya komîteyên sotemeniyê, komîn û meclisên herêmî dihate belavkirin.

Piştî ku hikumeta veguhêz a Sûriyeyê sotemenî biha kir pirsgirêka madeyên sotemeniyê zêdetir mezin bû. Lîtreya mazotê ji 125 lîreyan bû 175 lîreyê nû, benzîna oktan 95 ji 152 lîreyî bû 195 lîreyê nû, benzîna oktan 90 ji 147 bû 185 lîre. Her wiha gaza malan û ya pîşesaziyê jî biha bûn.

Berdevkê Wezareta Enerjiyê anîbû ziman ku ji bo demekê madeyên sotemeniyê biha kirine.

Şêniyên Heleb, Idlib, Reqa, Dêrazor, Hesekê, Derayê, Hema û gundewarên Şamê ji ber bihabûna sotemeniyê xwepêşandan organîze kirin û daxwaz ji Wezareta Enerjiyê kir ku ji biryara xwe vegere.

Xwepêşandanên gel didomin. Şênî rêyan digirin, li ber barhilgirên petrolê digirin û dibêjin bila berpirsên aborî û enerjiyê ji karê xwe îstîfa bikin.

Sotemenî biha bû, mekanîzmeyên piştgiriyê hate guhertin, miqdara madeyên sotemeniyê kêm e û dereng dimîne heyanî digihêje benzînxaneyan. Zivistan nêz dibe û şênî nikarin pêdiviyên xwe yên zivistanê xwe pê germ bikin, peyda bikin. Îro jî hate ragihandin ku dê her malbatek tenê sed lître mazotê bi 115 lîreyê nû wergirire. Gelo dê sed lître têra malbatekê bike, plansaziya hate dayîn dê barê şêniyan sivik bike, di wextê ku ew nikarin debara jiyana xwe bikin?

(np)