‘Rewşa li Başûrê Kurdistanê gefê li yekitî û destkeftiyan dixwe’

Lêkolînerê Mûhened Eqrawî têkildarî encamên tevgera siyasî ya yekalî ya li Başûrê Kurdistanê hişyarî da û destnîşan kir ku rûniştina li parlamentoyê bêyî erêkirina siyasî pêk hat û ev yek bandorê li yekitî û destkeftiyên Kurdan bike.

‘Rewşa li Başûrê Kurdistanê gefê li yekitî û destkeftiyan dixwe’
10 mijdar, 2026   06:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Başûrê Kurdistanê nakokiyên siyasî didomin. Der barê mijarê de lêkolînerê siyasî Mûhened Eqrawî ji ajansa me re axivî. 

Mûhened Eqrawî da zanîn ku heqîqeta qonaxa siyasî ya li Başûrê Kurdistanê aloziyeke mezin û metirsîdar nîşan dide, dibe ku ji encamên ku piştî referandumê rû dan û dema êrişa DAIŞ`ê li ser deverên li herêmê metirsîdartir bin, ev metirsî jî gefê li Herêma Başûrê Kurdistanê bi xwe dixwe.

Eqrawî diyar kir ku avakirina hikumeteke girêdayî partiyekê bi tenê, nakeve xizmeta herêmê û dê parçebûnê zêde bike.

Mûhened Eqrawî destnîşan kir ku aliyê ku yekemîn rûniştina parlamentoyê li dar xist, bêyî lihevkirineke siyasî ev gav avêt, PDK`ê wek berpirsyariya li hember dîrok, nîştiman û netewebûnê dît, her wiha diyar kir ku gefa ku li herêmê tê xwarin jî berpisyariya wan e.

Eqrawî da zanîn ku parçebûna siyasî dê bandorê li hemû destkeftiyên Kurdan bike.

Eqrawî diyar kir ku yek ji girîngtirîn gavên ku rê li ber metirsî û pirsgirêkan bigire ew e ku yekitiya Kurdan derkeve pêş, hemû alî bi hev re li ser maseya diyalogê bicivin, lê divê aliyên ku di yekrêziyê de beşdar bibin, bi rihekî neteweyî û nîştimanî tev bigerin.

Mûhened Eqrawî destnîşan kir ku çareserî ew e ku hemû alî ji gava ku 4`ê Mijdarê de hate avêtin vegerin, aloziya heyî îro roj zêde bûye, encamên wê jî dê di siberojê de xeternak bin.

(sb)

ANHA