“Dê Rêber Abdullah Ocalan bikeve lijneyê”

Parlamenta DEM Partiyê û parêzer Newroz Uysal Aslan 12 Xalên Zagona Çarçoveyê nirxand û got: “Li gorî madeya 7’an dê lijneya meşandina pêvajoyê pêk bê û dê Rêber Abdullah Ocalan di lijneyê de cih bigire. Eger lijne ava nebe, Lijneya Ewlekariya Netewî (MGK) nikare serlêdanan bide destpêkirin. Dema yasa ketin meriyetê û pêk hat, dê zagonên nû bên nîqaşkirin”.

“Dê Rêber Abdullah Ocalan bikeve lijneyê”
18 tebax, 2026   10:23
NAVENDA NÛÇEYAN 
BERÎTAN ÎRLAN

Piştî daxuyaniya Rêber Abdullah Ocalan a 27’ê Sibata 2025’an, gelek nîqaş li ser fesxa Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK), çareseriya siyasî ya doza Kurd, rê û rêbazên siyaseta demokratîk hatin meşandin. Ji aliyê dewleta Tirk û Tevgera Azadiyê ve gelek gav hatin avêtin. 

Herî dawî di bin navê “Xurtkirina Hevgirtina Civakî û Bihevrejiyana Neteweyî” pêşnûmeyek Yasaya Çarçoveyê ku ji 12 xalî pêk tê hat amadekirin. Yasa di 11’ê Tebaxa 2026’an de ji Parlamentoya Tirkiyê bi awayek erênî derbas bû. 18’ê Tebaxê yasa di Rojnameya Fermî de hat parvekirin.

Li ser van 12 xalan gelek nîqaş hatin kirin. Parlamenta DEM Partiyê û parêzer Newroz Uysal Aslan ji ajansa me re axivî, 12 xalên pêşnûmeyê nirxand û di rojên pêş de xebatên ku bên meşandin anî ziman. 

Newroz Uysal Aslan diyar kir ku ji 12 xalan dikarin herdû xalên dawiyê li ser berpirsyar û meriyet bigirin dest, ji vana 10 xal esasî ne.

Newroz Uysal Aslan yek bi yek xalên pêşnûmeyê wiha şîrove kir:

“XALA YEKEMÎN

Ev xal bi navê “Armanc û Çarçove” ye.

Li gorî vê xalê  armance ew e ku piştî saziyên ewlehiyê diyar bikin tevahî pêkhateyên PKK/KCK xwe bi dawî kirine, cebilxaneyên wan hatine tespîtkirin, piştî ev biryara tespîtkirinê ji aliyê Lijneya Eewlehiyê ya Netewî hat dayîn, dê ev di Rojnameya Fermî de bê parvekirin. Piştî parvekirin dê xebatên li ser bicihanîna paşxistina darizandin, dozên ku berdewam in û mehkûmyetên heyîn bê bicihanîn. 

Dîsa di heman madeyê de xala duyemîn dibêje ‘Li gorî vê madeyê endambûn û avakirina rêxistinê, alîgir an jî endamên rêxistinê yên ku propoganda kirine, yên ku di çalakiyên rêxistinî de cih girtine, ji bo van hêjmarek a qanûnê tê binavkirin. Heman demê de qanûna fînansekirina bi navê “terorê” ve girêdayî digire nava xwe. Ev zagona “fînansekirina terorê” taybet van salên dawî ji bo alîkariyên girtîgehan, pererazandina malbatan dihat bikaranîn. Li gorî xala yekem a giştî, ev ji bo PKK/KCK û tevahî pêkhateyên girêdayî wê ku hebûna xwe bi dawî dikin derbasdar e.

XALA DUYEMÎN

Ya duyemîn pênasekirin e. Di wir de dibêje, rêxistina di zagonê de PKK/KCK û tevahî pêkhateyên wê ne.

Her wiha dê li gorî xala 7’emîn lijneyek bê avakirin.

XALA SÊYEMÎN

Ev xal ji bo lêpirsîn û dozên ku didomin e. Paşxistina wan digire dest. Li gorî wê dema çekdanîn hat tespîtkirin, biryara Lijneya Ewlehiyê ya Netewî (MGK) hat teyîtkirin û di Rojnameya Fermî de hat weşandin; lêpirsînên ku hatine destpêkirin û dozên hene, ji derveyî kesên beriya 2005’an cezayê muhebeta girankirî yan jî muhebetê, dîsa kesên ku mirov kuştine, ji bo tevahî lêpirsîn û darizandinan, li gorî madeya yekemîn dikarin serlêdan bikin. Di nava vê lêpirsîn û darizandinê de, yên ku ji 15 salî kêmtir ceza girtine dê dozên wan 10 salan bên paşxistin. Yên ji 15 salan kêmtir ceza kirine, dê dozên wan 5 salan bên paşxistin. Her wiha kes dikare vê îtiraz jî bike. Wê dema vê îtirazê di yasayê de cih bigire.

XALA ÇAREMÎN

Xala çarem ji bo bergiriyên parastinê yên li gorî zagonê ne. Mînak weke derketina ji derveyî welat, dayîna îmzeyan, kes hatibe girtin lê hîna doza wan berdewam dike, ji bo ev bergirî rabin kes dikarin serlêdan bikin. Dema serlêdan bê kirin, an jî di lêpirsînê de be, kes dikare serdana dadgeha yekemîn, dadgeha duyemîn heta serlêdana Dadgeha Bilind bike. Dikare li ser vê biryara betalkirina van bergiriyan bê dayîn.

XALA PÊNCEMÎN

Dema kes serî li vê yasayê bide û lêpirsîna heyî bê paşxistin, dê pergalek taybet bê tomarkirin. Her erkdar û dozger dê nekaribin van belgeyan bibînin. Tenê peywirdarên têkildar bikarin van belgeyan bibînin. Ev ji bo ewlehî û parastina kesên serlêdan kirine hatiye danîn.

Dîsa di heman madeyê de dibêje: piştî paşxistina van doz, lêpirsîn an jî cezayê hatine dayîn, ji bo dozek nû li ser kesên serlêdan kirine were vekirin, ya yekemîn divê doz li gorî yasayên Tirkiyeyê weke sûcên terorê bê binavkirin. Divê ji bo vekirina dozek nû serlêdana lijneya giştî bê kirin. Ev xal ji bo dozên keyfî li ser kesên serlêdan kirine neyên vekirin hatiye danîn.

XALA ŞEŞEMÎN

Piştî tespîtkirina fesxa rêxistinê, teyîtkirina biryara MGK û weşandina Rojnameya Fermî, -ji derveyî kesên ku ji beriya 2005 hatine girtin û cezayên giran li wan hatine birîn- ji bo kesên girtî derkevin dikarin serlêdan bikin. Dema serlêdan hatin kirin, kesên ji 15 sal zêdetir mehkumyet xwaribin 10 sal, ji bo kesên ji 15 sal kêmtir mehkumyet xwaribin 5 sal cezayê wan tê paşxistin.

Dîsa di vê madeyê de; dê biryarên ku bên dayîn li ku bên tomarkirin, dê îtiraz ji ku bê kirin, li gorî vê tomarkirinê dê dozger, dadwer, an jî dadgeh çawa karibin li van dosyayan binêrin, ji bo kesên ku serlêdanê bike û dê bi wî awayî doz diyar bibe. Dîsa piştî cezayên werin sekinandin, ji bo dozek din nevebe divê kes serî li lijneya giştî bide.

XALA HEFTEMÎN

 Ji bo şopandin, koordînasyona bicihanîna yasayê, yan jî lijneya bê avakirin; Piştî weşandina Rojnameya Fermî di bin serokatiya Cîgirê Serokkomar de, Wezareta Dadê, Wezareta Karê Derve, Wezareta Karê Hindir, Parastina Netewî, Sekteterê Giştî yê Serokkomariyê, Serokê MÎT’ê, MGK jî tê de, dê ji 8 saziyan bê pêkanîn. Ev lijne dikare li gorî pêwîstiya kar û xebatan komîsyonên di bin sîwana xwe de ava bike. Nûnerên sazî, wezaret û dezgehan, kî pêwîst bibîne ji bo beşadarî van komîsyonan bike û vexwîne. Ev kesên ku ji bo lijneyê bên diyarkirin, divê bersiva lijneyê bidin.

Ev lijne ji roja madeya yekemîn heta dawî, tiştên bên diyarkirin, armanca yasayê û tevahî pêvajoyê bişopîne. Li gorî pêwîstiya pêvajoyê ji bo birêkûpêkirina dadê, îdarî, rêvebirina dewletê, bikaribe daxwazin van saziyan rasterast pêk bîne.

Dîsa kesên ku ji derveyî yasayê dimînin -kesên ku ji beriya 2005 hatine girtin û cezayên giran li wan hatine birîn-, lijne dikare li ser wan rapora xwe amade bike, çavdêriyên demkî binivîse. Ji bo dozên nû bên vekirin serlêdana lijneyê bike.

Li gorî vê yasayê kesên li ser wan lêpirsîn an jî doz ser hatibe vekirin, lê mehkumyet nehatibe dayîn, qedexeya siyasî ji bo wan tune ye. Lê kesên mehkumyet girtine, li girtîgehê yan derveyî welat, li ser van kesan dê qedexeya siyasî hebe. Ew kesên ku di bin 15 salan re mehkumyet xwarine 2 sal, yên ji 15 sal zêdetir mehkumyet xwarine 3 sal nikarin beşdarî siyasetê bibin. Piştî wê dikarin ji bo beşdarbûna siyasetê derlêdan bikin. Dîsa kar û barên vê lijneyê dê li ser sekreteriya Serokkomariyê were meşandin û koordînekirin.

XALA HEŞTEMÎN

Ev xal weke radestkirina çekan tê binavkirin. Li gorî vê yasayê dê çek, cebilxane, wesayît, amûr, madeyê teqîner, her cûreyên tiştên ku di şer de bên bikaranîn bên ragihandin û tomarkirin. Dê li ku derê be, çawa be, bi çi şêweyî be, ev nehatiye diyarkirin. Piştî wergirtina saziyên ewlehiyê, taybet lijneya ku madeya 7’emîn de tê avakirin, bi hêviya wan ve bihêle. Ji bo lijneya giştî ku dê Rêber Abdullah Ocalan û rêxistin jî cih bigire, dê usul û rêbaz diyar bike.

XALA NEHEMÎN

Piştî weşandina Rojnameya Fermî, di nava 6 mehan de li derveyî welat kes dikarin serlêdana saziyên ku lijneyê diyar kirine bidin. Di hindirê welat de jî dikarin serlêdana serdozgeriyên Komara Tirkiyeyê bidin. Ev serlêdan dê çawa bin, saziya taybet a eleqeder dê diyar bike.

XALA DEHEMÎN

Erk û berpirsyariya zagonê dê bi aliyên sazî û dezgehên ku lijneya hatiye diyarkirin bê cihanîn. Wê kesên ku di erkên pêkanîna vê zagonê de cih girtine, kes nikare li ser wan dozên zagonî, îdarî û cezayî veke. Ev ji bo kesên erkdar bên parastin hatiye danîn.

XALA YAZDEMÎN

Ev xal weke ketina meriyetê binav dike. Dibêje ev zagon bi weşandinê re dikeve meriyetê.

XALA DUWAZDE

Dibêje berpirsyarî û bicihanîna vê zagonê rasterast ji aliyê Serokkomar ve bê bicihanîn.”

“DÊ RÊBER ABDULLAH OCALAN JÎ DI LIJNEYÊ DE BE”

Newroz Uysal Aslan da zanîn ku ev tenê ji bo paşxistina doz û lêpirsînên hatine vekirin e û wiha got: “Her xal ji bo nîqaşan destdayî ye. Me gelek nîqaş li ser meşandin. Em dikarin bêjin du dem hene ji bo yasa bi cih bibe. Yek ji bo madeya 7’emîn avakirina lijneyê ye. Niha yasa di Rojnameya Fermî hat parvekirin, dê lijne were avakirin, kar û xebatê xwe bike. Li gorî van kar û xebatan dê tespît û teyîtkirin bên şopandin. Di vê lijneyê de jî statû û rewşa Rêber Abdullah Ocalan nehat nivîsandin. Tevî hemû daxwaz û rexneyên me jî. Di nava wê lijneyê de li ser navê aliyê Kurd wê Rêber Abdullah Ocalan beşdarî vê lijneyê bibe û têkildarî rêxistinê şopandina vê rewşê de rolekî gelekî mezin bilîze. Piştî weşandinê dê lijne dest bi xebatê bike, namîne hêviya MGK yê.”

“EGER LIJNE NEYÊ AVAKIRIN MGK DÊ NEKARIBE XEBATÊN SERLÊDANÊ DEST PÊ BIKE”

Newroz Uysal Aslan bal kişand ser xebatên ku bimînin benda biryara MGK’ê û wiha axivî: “Serlêdanên yek bi yek dê bimînin piştî biryara MGK yê. Li ser vê dê dozgerî, dadgeh an jî erkdarên saziyên lijne binav bike, wê xebatên serlêdanê dest bikin. Jixwe eger lijne neyê avakirin û Rêbertî têde cih negire, MGK wê nekaribe biryarê bistîne. Piştî biryara MGK û şûnde êdî tiştek diyar dibe ku PKK ji lîsteya terorê derdikeve û wê xwe fesih kiriye û encamên derketine holê bê rakirin. Yek ji encamên sereke jî soz, lêpirsîn û cezakirina siyasetmeder, rojnameger, şoreşvan û her kesên dikeve vê çarçoveyê.”

“PIŞTÎ YASA PÊK BÊ, DÊ YASAYÊN NÛ BÊN NÎQAŞKIRIN”

Newroz Uysal Aslan di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Em dikarin bêjin ev yasa ji bo encamên hatine derxistin, gavekê diavêje. Lê ji bo çavkaniya doza Kurd, ji bo sedemên daxwazên gelê Kurd, nedayîna mafên ku bûye sedema destpêkirina şoreşa çekê ji holê ranake. Peymaneke aştiyê tune ye. Ev yasa destpêkek e, dê krîmînalîzekirina siyaseta demokratîk rabe. Piştî wan pêwîstî bi yasa û gavên din hene. Ev jî dê piştî parlamento bê vekirin li gorî pêkanîna vê yasayê çiqas zû bikeve meriyetê, dê yasayên nû werin nîqaşkirin. Aliyên MHP û AKP’ê jî, kesêen din jî yên ku ew destnîşan dikin, qal dikin yasaya înfazê, yasaya hilbijartinê, zagona giştî li ser wan hinek fikrên wan hene. Em jî weke Dem Partî ji înfazê, yasa, heta partiyên siyasî, zagona rêveberiyên xwecihî ev hemû rojeva me de jî hene.”

(ha)

ANHA