Li Şerîda Xezayê kesek hat kuştin û 19 birîndar bûn

Di êrişên dronên Îsraîlê û gulebarandinên li deverên cuda yên Şerîda Xezayê de kesek hat kuştin û 19 kesên din birîndar bûn.

Li Şerîda Xezayê kesek hat kuştin û 19 birîndar bûn
9 mijdar, 2026   23:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê li deverên cuda yên Şerîda Xezayê gulebarandin û bi dronan êriş kirin, di encamê de kesek hat kuştin û 19 kes jî birîndar bûn.

Li gorî çavkaniyek tibî, di êrişa droneke Îsraîlê li dijî kombûneke sivîlan li bajarokê Ceblaya El Nezlê yê bakurê Şerîda Xezayê de Wehîb Xelîl El Edhem (55) hat kuştin.

Li Xezayê ji ber êrişa droneke Îsraîlê li dijî kombûna welatiyan li taxa Reyês li nêz çatrêya Teyeran a taxa Sebra de 10 kes birîndar bûn

Li bakurê Şerîda Xezayê de jî, di êrişa dronekê li dijî kombûneke sivîlan li Hola Teyêb a herêma Faloca ya rojavayê bajarokê Ceblaya de 3 kes birîndar bûn.

Li herêma Sûdaniyê ya rojavayê bajarokê Beyt Lahiya 3 kes ji ber êrişa dronekê de birîndar bûn.

Li gorî çavkaniyek tibî ji Nexweşxaneya Nasir a Xan Yûnisê, di gulebarandina Îsraîlê li kombûna “Medînet Hemed” de ciwanek birîndar bû.

(f)