Sekreterê Partiya Komunîst: Ev ne hilbijartin e tayînkirin e 

Sekreterê giştî yê Partiya Komunîst a Kurdistanê Necmeddîn Mele Emer destnîşan kir ku diyarkirina endamên parlamentoyê ne hilbijartin in, tayînkirin e. Li ser partiyên Kurd ku beşdarî diyarkirina endaman bûne jî got “Ev kesên ku nanê xwe ji hikumeta demkî dixwin û ketine bin çengê wan, ev kes jixwe berê ji doza gel cuda bûbûn.”

Sekreterê Partiya Komunîst: Ev ne hilbijartin e tayînkirin e 
25 gulan, 2026   14:20
QAMIŞLO

28 partî û tevgerên li Rojavayê Kurdistanê li dijî diyarkirina endamên parlamentoyê (ku hikumeta demkî ya Sûriyeyê jê re dibêje Meclisa Gel) bertek nîşan da. 

Yek ji van partiyan jî Partiya Komunîst a Kurdistanê ye. Sekreterê giştî yê partiyê Necmeddîn Mele Emer ji ajansa me re axivî.

Necmeddîn Mele Emer diyar kir ku dijminên Kurdan hîna “xewnan dibînin, gelê Kurd nas nekirine” û wiha axivî: “Bav û kalên wan ew qas zilm li gelê Kurd kir, lê têk çûn. Rojava ne holek e ku dê ji xwe re lê bilîzin û derbas bikin.”

Necmeddîn Mele Emer bal kişand ser diyarkirina endamên parlamentoyê û wiha got: “Ev ne hilbijartin e, bila xewnan nebînin ku li ser daxwaza xwe tiştan pêk bînin. Ev tayînkirin in, ji jor de biryar hatine dayîn. Desthilata demkî van li gorî kêfa xwe bi cih dike. Em red dikin, em protesto dikin. Berê jî hat dîtin û dê dîsa bê dîtin, ew çi qasî newalan, striyan û agiran di rêya me de pêxin, ew ê nekarin serfiraziya me asteng bikin.”

Mele Emer der barê hinek partiyên Kurdan ku bi hikumeta demkî ya Şamê re tev geriyan û beşdarî “hilbijartinan” bûn wiha axivî: “Ev kesên ku nanê xwe ji hikumeta demkî dixwin û ketine bin çengê wan, ev kes ji xwe berê ji doza gel cuda bûbûn. Ji xaka Kurdistanê bi nêrîneke negatîf lê dinêriyan. Bi rejîma Tirk re bûn û berjewendiyên wê pêk dianîn. Ji bo çend kursiyan ketine ber berjewendiyên hikumeta demkî. Em ji wan dipirsin paşê hûn ê çi bikin. Hûn ê çawa rûyê xwe li ber vî gelî rakin. Li ber xwîna şehîd û pakrewanan. Hûn dibêjin em partiyên dîrokî ne û me gelek kar kiriye. Ka dîroka we ma li ku? We çi berevanî di ber dîroka Kurd de kir. We çi berevanî di ber axa Kurd de kir? Hûn berê jî têk çûn, hûn ê dîsa têk herin. Gelê me şiyar e û bi rengekî xurt li pişta van partiyên ku ev diyarkirin red kirine.”

(bî)

ANHA