Li Til Temirê ji ber teqînê 2 zarok birîndar bûn

Li gundê El Rikbe yê başûrê Til Temirê bermahiyeke şer teqiya, di encamê de 2 zarokên bira birîndar bûn.

Li Til Temirê ji ber teqînê 2 zarok birîndar bûn
9 mijdar, 2026   20:21
HESEKÊ

Li gundê El Rikbe yê başûrê Til Temirê bermahiyeke şer teqiya, di encamê de 2 zarokên bira di serî û çavên xwe de birîndar bûn.

Li gorî agahiyên ku nûçegihanê me ji Til Temirê dane, zarokê bi navê Yûsiv Fewaz Erîb (14) û birayî wî Mûsa Fewaz Erîb (13) di encama teqîna bermahiyeke şer de birîndar bûne. Her du zarok di çav, serî û laşên xwe de birîdnar bûne.

Piştî bûyerê, her du zarok rakirina navendî tibî ya Til Temirê, dûre bo nexweşxaneyên Hesekê hatin veguhastin.

(f)