Sersaxî ji malbata şehîd Şêx Îbrahîm El-Dahêr re hate xwestin

Şêniyên navçeyên Girkê Legê, Til Koçer û Çilaxa sersaxî ji malbata şervanê QSD`ê Şêx Îbrahîm El-Dahêr re xwest ku di Şerê Tunekirina Terorê de şehîd bûbû.

Sersaxî ji malbata şehîd Şêx Îbrahîm El-Dahêr re hate xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Şêx Îbrahîm El-Dahêr re hate xwestin
12 kanûn, 2018   12:25

QAMIŞLO

Bi sedan şêniyan, şervanên YPG`ê û YPJ`ê berê xwe da konê sersaxiyê yê şervanê QSD`ê Şêx Îbrahîm El-Dahêr (Seyad) ku di Şerê Tunekirina Terorê de şehîd bûbû. Konê sersaxiyê li navçeya Çelaxa hate vedan.

Merasîma sersaxiyê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, paşê endamê Meclisa Malbatên Şehîdan li Çilaxa Mihemed Cemîl axivî û wiha got: “Dîroka me tijî çîrokên lehengiyê ye, me rêya berxwedan û serkeftinê hilbijartiye, ji bo gelê me bi rehetî bijî şervanên me canê xwe feda dikin, em ê jî heta dawiyê li ser rêya şehîdan bin."

Birayê şehîd Îbrahîm El-Dahêr jî axivî û wiha got: "Bi şehadeta birayê min û hemû şehîdan rêya azadiyê ronî dibe, bi saya şehîdan tarîtiya li herêmê tune bû."

Merasîm bi dirûşmeyên "Şehîd namirin" bi dawî bû.

(jo)

ANHA